Xewn li Rojava pêk hatin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:16

  • Sema Hisên hez dike rojane dema çavên xwe ji xew veke roja xwe bi dîtina xêzkirina wêneyên xwe dest pê bike, lewma odeya xwe veguherandiye pêşangeha wêneyan.

RONÎDA HACÎ / JINHA/HESEKÊ
 
Jina ciwan Sema Hisên a 21 salî, zarokatiya xwe heta 18 salî li Erebistana Siûdî maye derbas kir. Paşî berê xwe da Hesekê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Sema li Zanîngeha Rojava, beşa bijîşkiyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe ve hem li tembûrê dide û hem jî wêneyan xêz dike. Rojava ji bo wê şansek bû, pê xewn û xeyalên xwe pêk anîn; cara yekem e ku ew bi wêneyên wê bi xwe xêz kirî, beşdarî pêşangehê dibe. Sema ji ber ku ji xêzkirina wêneyan hez dike, odeya xwe vediguherîne pêşangehê ji bo ku dema çavên xwe ji xew veke, roja xwe bi dîtina wan dest pê bike.

Mirov çiqasî ji tiştekî hez bike, di wî warî de berhemdêr e. Sema Hisên her ku çû ji xêzkirina wêneyan hez kiriye: "Min çavên xwe li Siûdiyê vekir, dema ez çûm dibistanê, min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Yên ku ez teşwîq dikirim, malbat û mamosteyên min bûn. Wêneyên min hemû bi wate ne û bi hestên ji dil ez wan xêz dikim. Ez di îfadekirina bi gotinan de pirr lawaz im, lê bi rêya xêzkirina wêneyan peyama xwe digihîjînim her kesê. Ez li Rojava bi tabloyên xwe beşdarî pêşangeha Rojava ya salane bûm. Ji bo min ew gaveke pirr girîng bû, nexasim ji bo bipêşxistina kesayet û zindîkirina berhemên min. Dema mirov ji tiştekî hez bike dê encamên serketî bibîne.”
 
Roj bi roj şaşîtiyên xwe dibîne

Semaya ku odeya xwe bi wêneyên ew bi xwe xêz kirine xemilandiye dibêje, “Dema ez hatim Hesekê, min odeyek teybet ji bo xwe hilbijart. Bi rastî ez xemgîn bûm ji ber ku pirr wêneyên çêkirin, li Siûdiyê man lê ev yek nebû pirsgirêk û min rêya îfedekirina fikir û hestên xwe dewam kir. Xêzkirinê beşek girîng ji kesayeta xwe dibînim, ez nikarim jê dûr bikevim. Her ku min wêneyek bi dawî kir, min li odeya xwe daleqand heta bû pêşangeh. Ez hez dikim dema çavên xwe ji xewê vekim, karê xwe li ber çavên xwe bibînim. Bi vî rengî roj bi roj min şaşîtiyên xwe jî di wêneyan de didîtin, ji ber ku her tim min lê mêze dikir, min ferq dikir ku di hin cihan de pêwîst bû min bi rengekî din xêz bikira. Min bi pênûsekê dest bi xêzkirinê kir, niha ez bi pênûsên rengorengo dewam dikim."
 

Wê bibe bijîşk

Birêxistinkirina demê wekî çeka bingehîn di îsbatkirin û pêkanîna xeyalên xwe de dibîne. Sema diyar dike ku dema xeyalên mirov bi gelek tiştan ve girêdayî bin, pêwîstiya wan bi birêxistinkirina demê heye da ku bigihîje armancên xwe: “Li kêleka xêzkirinê, ez pirr ji lêdana tembûrê hez dikim û li zanîngeha Rojava beşa bijîşkiyê dixwînim. Ez ji her sê beşan jî hez dikim û naxwazim ji wan qut bibim, ji ber ku ez wan beşek ji jiyana xwe dibînim. Ji bo wê jî min pêwistî bi birêxistinkirina demê dît da ku ez xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê winda nekim. Bê westan xweşiya serketinê nayê dîtin û hîskirin.”
 
Xwedî li xeyalên xwe derkevin 

Di xêzkirinê de herî zêde bala Sema diçe ser hunermenda Kurd Xecê: “Ez pirr ji hunermend Xecê hez dikim, jinek Kurd e bi temenê xwe mezin e. Bi dengê xwe yê xweş xwedî li çanda Kurdan derdikeve. Lewma min wêneyê wê xêz kir. Pirr wêneyên min ên din hene, li ser zarok, xwezayê û hunermendan. Xêzkirin cîhaneke cuda ye, psîkolojiya min çi be, ez her tim dixwazim di wê cîhanê de bimînim. Ez dixwazim siberojê pêşangeheke min a taybet çêbe û bibim bijîşkek û bi rengekî pispor li tembûrê bidim. Banga min li jinan e, xwedî li xeyalên xwe derkevin û hêviyên xwe pêk bînin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.