Xemla ‘Meşa Azadiyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 01:35

  • Hunermendên TEVÇANDÊ, dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, li ser dîwarên bajarê Qamişloyê didin vejandin. Xebatên 4’ê Nîsanê destpêkirin, bidawî bûn û wê bi çalakiyekê werin danasîn.

Duryanên girîng ên dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê, di bin navê “Meşa Azadiyê” de, bi wêneyên li ser dîwaran hatine xêzkirin hatin vegotin. Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya (TEV-ÇAND) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, beşên girîng ên dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi wêneyên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin, nîşan dide. Xebata çêkirina wêneyan 4’ê Nîsanê di roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir. Wênesazên TEV-ÇAND’ê li ser dîwarên derve yên Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo wêneyên ku duryanên girîng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan didin xêz kirin. Di xebata ku navê “Meşa Azadiyê” lê hatiye kirin, bi dawî bûye de 25 wêne hatine xêzkirin. Li ser her wêneyekê jî dîrok û navê merheleya girîng a dîroka Tevgera Azadiyê hatiye nevîsandin. Rêvebira TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Sumeya Mihemed diyar kir ku xebata wan bi dawî bûye û destnîşan kir ku wê di rojên pêş de bi merasîmekê danasîna wêneyan bikin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.