Xelk daket kolanan

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 6 Nîsan 2021 - 00:20

  • Li Ingilistanê kesên li dijî pêşnûmaqanûnê ji ber ku mafê xwepêşandanê wê teng bike û sînordar bike, li ber qanûnê radibin. 

Pêşnûmaqanûna ku erkên hezên ewlekariyê yên dewletê diguherîne, li Ingilistanê dawiya hefteyê li 25 bajaran hat proestokirin. Di dema xwepêşandanan de polês êriş bire ser çalakgeran; vê yekê jî rê li ber nerazîbûna cemawerî vekir. 

Kesên li dijî pêşnûmaqanûnê ji ber ku mafê xwepêşandanê wê teng bike û sînordar bike, li ber qanûnê radibin. Ew qanûnê weke gaveke ber bi "sîstemeke otorîter" ve dinirxînin. Çalakiyên li dijî pêşnûma qanûnê bi slogana 'Kill the bill' (Qanûnê bikuje) li dar ketin. 

Bi vê pêşnûma qanûnê polês dikare bi hincetên "tevlîheviya mezin, zirara li milk, astengkirina jiyana civakî" mafê xwepêşandanê û civînê asteng bike. Wekî din hişyarkirina polês û guhnedana wî jî bi cezayên giran ên pereyan wê karibin bên cezakirin. 

Heta bi hincetên nediyar wê karibin bên girtin û tohmetbarkirin. Li wan cezayên giran ên heta bi 10 salan cezayê hepsê wê karibe were birrîn.

EREM KANSOY/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.