- Îran îdîa dike ku wê dizanî li devera zanyarê nukleerê yê Îranî, Mihsin Fexrîzade hatiye kuştin wê hewldana kuştina wî çêbe.
Berpirsê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî îdîa kir ku Îstîxbarata Îsraîlê “MOSSAD li pişt kuştina zanyarê nukleerê yê Îranî, Mihsin Fexrîzade ye.”
Elî Şemxanî got, “Mihsin Fexrîzade bi rêbazên pirr bigirêk û bi çekên wekî demançe hatiye kuştin. Girêdayî kesên ku ew sûc kirine, me hin agahî bi dest xistin. Em berê dizanin ku berpirsyarê wê yekê, sicîla wî eşkere ye.”
Beriya bi demekê, Şemxanî ji televîzyoneke Îranê re gotibû: “Hêzên ewlekariyê yên Îranê dizanibûn ku Fexrîzade wê li heman cihê ku lê hatiye kuştin, rastî hewldana kuştinê bê.”
Li ser heman mijarê, wezîrê Îsraîlê Tzachi Hanegbi ku nêzî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, şemiya bihurî ji tora Live 12 re wiha axivî: “Bi rastî tu îsbatên li ser kesê ku ew bûyer kiriye, li cem min tine ne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja înê serokê navenda lêkolînan û teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Fexrîzade hatibû kuştin.
TEHRAN