Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaniya Hespê yê Serêkaniyê, 9 malên xelkê hilweşandin. Her wiha çeteyan bi hinceta ku dê deverên perwerdeya leşkerî li wan çêkin, baxçeyên gund jî xira kirin.
Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 22’yê Adarê li gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) yê Serêkaniyê ya dagirkirî, 9 malên xelkê hilweşandine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên dagirkirî, berfireh bûne û hate gotin: “Di 22’yê Adarê de, hin komên çete yên bi navê ‘Hemzat’ ên ser bi dagirkeriya Tirk û bi taybetî bi hatina cejna Newrozê re, 9 malên welatiyên gundê Kaniya Hespê (Ên Îsan) ê Serêkaniyê hilweşandin. Her wiha hemû baxçeyên gund bi temamî xera kirin, bi hinceta ku wê bikin deverên serbazî û yên perwerdeya leşkerî.”
Encama kîna li dijî Kurdan e
Komîteyê got, ev sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê, kîn û nefreta wan a li hember gelên herêmê yên ku dagirkeriyê napejîrînin û bi taybetî jî li dijî gelê Kurd, nîşan dide.
Komîteyê got, “Em wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê van kiryarên neinsanî yên li hemberî niştecihên resen ên ku mal û gundên wan xera dikin û bibîranînên wan ji holê radikin, bi helwêsteke tund şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin da ku bi erkên xwe yên mirovî rabe û komên çekdar ên ku fermana xwe ji dewleta Tirk digirin, bên cezakirin û dawî li dagirkirina bajarê me bînin.”
Her wiha komîteyê destnîşan kir ku heta bidawîbûna dagirkeriyê û vegera gel li bajarê Serêkaniyê dê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere bikin.
Çeteyan li gundê Kaniya Hespan malên Elî Mustefa Hemo Kor, Mezlûm Elî Mustefa Hemo Kor, Doxan Elî Mustefa Hemo Kor, Ehmed Mihemed Hemo Kor, Elî Mihemed Hemo Kor, Ebid El-Qadir Mihemed Hemo Kor, Mehmûd Mihemed Hemo Kor, Ednan Mihemed Hemo Kor, Ezîz Mihemed Hemo Kor, Ezîz Mustefa Hemo Kor, Ferhad Ezîz Mustefa Hemo Kor, Elî Ezîz Mustefa Hemo Kor hilweşandin. ANHA/HESEKÊ