Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li wan kir da ku 14´ê Tebaxê tevlî meşa naevndî ya li dijî êrişên dewleta Tirk bibin. Wê got, “Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dibe ser

Kurdistanê, divê Kurd helwêsteke neteweyî nîşan bidin û Kurdistanê biparêzin. Gelê Kurd û dostên wan divê bi ruhê seferberiyê di 14’ê Tebaxê de tevlî meşên li welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê bibe.”

KCDK’ê wiha bang kir: "Axa Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye. Artêşa Tirk a dagirker di van êrişan de bi ser nakeve, bi çekên kîmyewî sûcan dike di dema şer de.

beriya bi çend rojan li gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê jî bi tankan li mala Zêdan Xelef El Îsa dan. Di vê êrişê de ji heman malbatê 4 kes mirin.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê şewata daristanan dixe stûyê gelê Kurd û êrişên lîncê yên li dijî gelê Kurd organîze dike.

Li Konyayê di komkujiya nijadperestiyê de kujer hatin teşwîqkirin û 7 kes hatin kuştin.

Li hemberî van qetlîam û êrişan, tevlîbûna meşên di 14’ê Tebaxê de nexasim jî ya meşa navendî ya li Dusseldorfê ya DEFEND Kurdistanê wezîfeya gelê Kurd, demokrat û şoreşgeran e."

Em dîktatoriyê têk bibin

Meş tê lidarxistin bi organîzasyona Defend Kurdistan, Ji Bo Yekîtiya Netewiya Kurdistan-Ewrûpa, ADBG a ku saziyên Asûrî, Ermen, Çerkez, Laz, Elewî û Êzîdî tê de cih digirin.

KCKD´yê di dawiyê de got, "Kurdistanî divê bi ruhê seferberiyê tevlî meşê bibin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwêsteke neteweyî nîşan bidin û Kurdistanê biparêzin.

Her kesa ku li dijî şer aştiyê, li dijî faşîzmê demokrasiyê, li hemberî zextan azadiyê, li hemberî talana xwezayê ekolojiyê, li hemberî feraseta mêrserwer azadiya jinan diparêze, divê tevlî meşên di 14’ê Tîrmehê de bibe û dengê xwe bilind bike."

NAVENDA NÛÇEYAN