- Weşangerê Brotonî Yoran Delacour encama berhemên xwe girtiye, û pê şa û serfiraz e gava behsa wê yekê dike ku kesekî Flaman ji Belçîkayê telefonî wî kiriye û pê re bi Brotonî peyiviye.
Yoran Embanner weşanxaneyeke Brotonî (hindikahiyeke li bakurê Fransayê) ye. Wê vê havînê biryar da, bike ku hindikahî xuya bin. Wê kitêbên li ser dîrok, ziman û wêjeya Kurdistan, Oksîtanya - herêma li başûrrojavayê Fransayê-, Skoçyayê û Elzasê -li rojhilatê Fransayê, weşandin.
Berpirsê weşanxaneyê Yoran Delacour û paşiyê wî û di heman demê de kure wî Alan Le Cloarec dibêjin wan ferhengên Fransî Kurdî, fransî/galî Skoçî jî ji weşanê re amade kiriye. Helbet kitêbên li ser mîrate, û gelekên li ser welatê Brotonan û dinyaya keltî jî hene.
Kıtêb hem ji bo ciwanan in û hem jî ji bo xwendeyên bi tecrûbe ne jî.
Yoran Embanner xwe weke weşanxaneya miletên jibirbûyî dibîne û di vî warî de yeke din a weke wê li Fransayê nîne.
Zimanên bi wan kêm tên peyivîn
Yoran Delacour berê xwe bi zanîn daye nav van eqaran. Beriya qederê 20 salan wî weşanxane damezrandiye li Fouesnantê. Beriya ku ew vê ‘xewna’ xwe pêk bîne ew li weşanxaneyekê xebitiye. Ew têra xwe serketiye: “Min navekî xwe çêkir û navdar bûm weke parazvanê zimanê Brotonî û tevahiya zimanên bi wan kêm tê peyivîn.”
Lê ew gelek nusxeyan çap nake: bi pirranî hezar nusxe carinan hindiktir.
Encama berhemên xwe girtiye û pê şa û serfiraz e gava behsa wê yekê dike ku kesekî Flaman ji Belçîkayê telefonî wî kiriye û pê re bi Brotonî peyiviye.
Zimanekî kevin ê keltî
Brotonî zimanê keltî yê tenê ye ku hîna li Ewrûpaya parzemînê tê peyivîn. Li Ingilîstan, Galiya, Sçokya û Îrlandayê zimanên Keltî yên cihê, hindik mabin jî tên peyivîn.
Li Fransayê heta salên 1950´î bêhtirî milyonek mirovî bi Brotonî dipeyivîn. Îro roj hejmara axaverên wê li Brotonyayê bi xwe jî pirr kêm e. Li gorî texmînan îro roj 200 hezar mirov aktîf bi Brotonî dipeyivin. Pirraniya wan jî kal û pîr in: Di ser 60 salî re ne. Sedema sereke navendîbûna Fransî û tesîra medya, çapemenî û dibistanan bû ku kir miletê Brotonî di warê ziman de bê asîmîlekirin.
Têkoşîna ji bo zimanê Keltî li Fransayê 1925´an dest pê kir. Sala 1977´an projeyên “Dibistanên Dîwan” hînkirina zimên teşwîq kirin. Lê fermîkirina dersên Brotonî ji aliyê Konseya Destûra Fransayê ve sala 1994´an hat astengkirin.
Sala 1979’an rêbaza Div Yezh (Du ziman) jî hat tedbîqkirin li dibistanên dewletê. Li dibistanên Katolîk jî bi navê Dihun (Hişyarbûn) perwerdeya du zimanî ji salên 1990´î ve tê dayîn. Encamên van hewldanan erênî ne:
Sala 2002’yan qederê 5 hezar zarokan diçûn dibistanên du zimanê yan jî Dibistanên Dîwan. Sala 2018´an 18 hezar û 337 zarok diçûn van dibistanan. Yanî hejmara wan bêhtirî ji sedî 350 zêde bûye. Lê dîsa jî tenê ji sedî 2’yê zarokên dibistanan diçin dersên Brotonî. Di salên 1990´î de Ofis Publik ar Brezhoneg (Ofîsa giştî ji bio zimanê Brotonî) kampanya dan destpêkirin ji bo peyivîna bi Brotonî di jiyana rojane de. Hewldana Yoran Delacour û Alan Le Cloarec jî ji wan hewldanan e ku zimanê Brotonî zindî be.
BREST