Weşangerên Kurd:Em qeyûm qebûl nakin

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 01:32

Yekîtiya Weşangerên Kurd bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku ew qeyûm qebûl nakin û bang li dewleta Tirk kirin ku ji biryara xwe ya li ser qeyûm vegere û ji vîna gel re hurmetdar be.

Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş duh ji hêla Wezareta Karên Hundirîn ji peywirê hate girtin û şûna wî Walî Alî Çelîk wek qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.  

Yekitiya Weşangerên Kurd di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş ya ku vîna gel, hiqûq û edaletê bin pê dike qebûl nakin. Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne û divê hevşaredar birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe yên ku Colemêrgiyan ew hilbijartine û wan temsîl dikin vegerin ser karê xwe. Îradeya gel di ser her tiştî re ye.”

Navên weşanxaneyên di metna daxuyaniyê de îmzeya wan heye, wiha ne: Weşanên Ar, Weşanên Aramê, Weşanên Aryen, Weşanên Avayê, Weşanên Avestayê, Weşanên Belkîyê, Weşanên Darayê, Weşanên Dengê, Weşanên Doyê, Weşanên Dozê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Weşanên J&Jyê, Weşanên Kurdistanê, Weşanên Lîsê, Weşanên Ma Muzîkê, Weşanên Morî, Weşanên Nayê, Weşanên Nûbiharê, Weşanên Pallê, Weşanên Payîzê, Weşanên Peywendê, Weşanên Ronyayê, Weşanên Roşnayê, Weşanên Rûpelê, Weşanên Sarê, Weşanên Sîdarê, Weşanên Sîtavê, Weşanên Sorê, Weşanên Tevnê, Weşanên Wardozê, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Weşanên Zîlan Akademî, Weşanên Zîzê, Weşanxaneya Azad, Weşanxaneya Lûvîyê, Weşanxaneya Ronî û Weşanxaneyê Vateyî.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.