Werne Newroza li Frankfurtê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 23 Adar 2023 - 01:34

  • 5 federasyonên ser bi KON-MED’ê yên li Elmanyayê Newroza Navendî ya li Frankfurtê organîze dikin. Bêhtirî 70 meclîsan bi sedan wesaît kirê kirin da ku xelkê bibin Newrozê. 

DENIZ BABÎR/FRANKFURT

 

Li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê pîrozbahiyên Newrozê bi tevahiya coşa xwe dewam dikin. Li Elmanyayê Kurd xwe ji pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya 25’ê Adarê (şemî) ya li Frankfurtê re amade dikin. Komîteya Amadekar û hunermedên ku wê derkevin ser dikê, bang li her kesî kirin da ku li Frankfurtê bi hev re Newrozê pîroz bikin. 

Newroz li temamê Ewrûpayê di nava pêngava “Dem Dema Azadîye” de bi slogana “Newroza Serketinê ya Serdemê” weke Newroza 51’ê ya Rêbertiyê tê pêşwazîkirin. Li Ewrûpayê pîrozbahiyên Newrozê îsal 12’ê Adarê li Berlînê dest pê kiribûn û şemiya bê, li Frankfurtê wê fînala çalakiyên Newrozê li Frankfurtê bi rê ve biçe.

 

Dahat wê ji mexdûrên erdhejê re be

Dahata çalakiya Newrozê ya 25'ê Adarê ya li Frankfurtê wê bi temamî ji mexdûrê erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê re bê şandin. 

Pênc federasyonên ser bi Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) amadekariyên xwe yên ji bo Newroza Frankfurtê temam kirine. Hevserokê KON-MED'ê Engin Sever got, “Ev Newroz wê bibe Bu Newroza serdemê. Me amadekariyên xwe hemû jî li gorî vê kirin. Bêhtirî 70 meclîsên me bi sedan wesaît kirê kirin, heger daxwaz hebe wê bêhtir wesaît jî bên kirêkirin. Ji deverên dûr xelk wê 24'ê Adarê (Sibe) êvarê bidin rê. Hem li welat û hem jî li vir Kurd wê bi helwêsta xwe encama hilbijartinê diyar bikin. Banga me li gelê me ev e: Bila kes li malê nemîne. Roj roja berxwedanê ye, em ê agirê Newrozê tevî dehhezaran kesî pêxin.”

 

Em li Frankfurtê bên cem hev

Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrutê jî got, “Ev Newroz ji ber rojevên tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, erdhej û hilbijartinê, Newrozeke dîrokî ye. Em roja Newrozê bi dehhezaran li meydanê bin. Bi cilûbergên xwe yên ji çanda Kurdî, bi rengên xwe em li Frankfurtê bên cem hev.”

 

Tevî xemgînî û hizna xwe

 

ARAM PÎRO/FRANKFURT

 

Ji çar parçeyên Kurdiustanê hunermend wê di Newroza li Frankfurtê de derkevin ser dikê. Di nava wan de Mizgîn Tahir, Hesen Şerîf, Kevana Zêrîn, Diyar Mehrovî, Lale Koçgun, Mustafa Dadar, Firmêsk, Xalid, Behar Heme Shwani, Serhad Med jî hene. Hunermendan bang li xelkê kir da ku 25'ê Adarê li Frankfurtê li meydana Rebstockpark a Frankfurtê tevlî çalakiya Newrozê bibin.

Lale Koçgun: Em jin divê di vê dewra diyarker de dengê xwe bilindtir bikin û bi wêrekiya xwe siberoja xwe bi teşe bikin. Ji bo demokrasî û aştiyê em li meydanan bin. 

Diyar Mehrovî: Îsal pirr bûyerên xirab hatin serê me. Sersalê komkujiya li Parîsê çêbû, piştre erdhej. Em ê tevî xemgînî û hizna xwe li meydana Newrozê bin. 

Serhad Med: Em hewl didin birînên xwe bi hev re bi xebatê, bê westan bikewînin. Her kêlî hizm û xemgîniya gelê me bi me re ye jî. Çawa li zindana Amedê em ji xweliya arê Newrozê yê Malûm Dogan vejiyan, îsal jî bi heman kela canî em ê biçin Newroza Frankfurtê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.