Li navçeya Cizîr a Şirnexê Medreseya Sor a ku dîroka wê digihê sedsala 13'an û gelek helbestvan, nivîskar û alimên kurd lê gihane, ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve tahsîsî Weqfa Hayratê ya girêdayî cemaeta Nûrê hat kirin. Wezaretê medreseyê bê heq û bêyî wextekî diyar bike tehsîsî Weqfa Hayratê kir. Her wiha hat diyarkirin ku wê aliyê rastê yê Medreseya Sor ji aliyê Diyanetê ve û aliyê wê yê çepê jî ji aliyê Weqfa Hayratê ve bê bikaranîn.
Weqfa Hayratê di sala 1974'an de hatiye avakirin û di sala 2016'an de, di dema desthilata AKP'ê de bi biryara Desteya Wezaretê wekî "weqfa ji bo mifha cemaweriyê dixebite" hat qebûlkirin. Weqfa Hayratê jî di nav wan sazî û dezgehan de ye ku "bêyî destûrê dikare alîkariyê berhev bike.” A ku weqf daxilî nava vê yekê kiriye jî desthilata AKP'ê ye. Heman weqf li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di warê "perwerdehiyê" de dixebite. Her wiha gava Weqfa Ensarê bi bûyerên detsdirêjî û destavêtinê bû rojev jî, Weqfa Hayratê bi pişta Ensarê girt. Weqfa Hayratê di sala 2020'î de ji bo komên cîhadparêz ên li Idlîbê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û alîkariyên ku berhev kiribûn bi TIR'an biribûn Idlibê.
Daxwaza ‘bila Medresa Sor bibe muzexane’
Beriya niha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Şirnexê Nûran Îmîrê di 13'ê îlona 2022'yan de ji bo ku Medreseya Sor bibe muzexaneyeke çand û wêjeyê pêşniyaznameyek berpêşî meclisê kiribû. Îmîrê di pêşniyaznameyê de gotibû: "Medresa Sor ku bi çand û wêjeya kurdî tê naskirin ev 2 sal in ji aliyê Midûriyeta Çandê ve tê restorekirin. Medresa Sor ku dîroka wê xwe disipêre sedsala 13'an bi mîmariya xwe balê dikişîne û helbestvan û nivîskarên kurd tê de perwerde bûne. Ji bo ji reseniya xwe dûr nekeve û nifşên bê ji vê xizmeta wê agahdar bibin, divê bibe muzexaneyeke çand û wêjeyê ku tê de berhemên çandî yên serdemê hebin."
Tirba Melayê Cizîrî jî li medreseyê ye
Medreseya Sor di salên 900 -1495 û 913-1507 de ji aliyê mîrê Mîrtiya Azîzan Şeref Xan ve li ser sûrên li rojavayê Cizîrê hatiye avakirin. Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cureyên medreseyên hewşvekirî ye. Di nava gel de bi navê “Medresa Sor” tê binavkirin. Medreseya Sor, li rojavayê Cizîrê li ser sûrê hatiye avakirin. Ji ber ku bi pirranî bi tuxleyên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo têketinê li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 nêrdewanên bi kevir hene. Li aliyê wê yê başûr sê eywan hene û mizgefta medreseyê jî di vê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. Li aliyê bakur ê medreseyê sê eywan hene; ya aliyê çepê mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê jî vekiriye. Eywanên wê bi çal û mirtik in. Serdera eywanan bi qube ye. Tirbeya Melayê Cizîrî jî li aliyê Rojhilat yê mizgeftê ye.
MA/ŞIRNEX