Wêneyên ‘Bijî şerê me li Bagokê´

În 1 Nîsan 2022 - 20:03

  • Roja 1'ê Nîsana 1988'an komek ji gerîlayên ARGK'ê li Çiyayê Bagokê li dijî zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk berxwedaneke dîrokî kir.

Roja 1'ê Nîsana 1988'an komek ji gerîlayên ARGK'ê li Çiyayê Bagokê li dijî zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk berxwedaneke dîrokî kir. Vê berxwedanê rûpelekî nû li têkoşîna gerîla zêde kir. em ê behsa du wêneyên van gerîlayan û çîroka wan bi we re parve bikin. 

Cihê herî bilind ê Çiyayê Bagokê hezar û 210 metreyî bilind e. Ev çiya di navbera Nisêbîn û Mîdyadê de ye û digihêje heta bi Hezexê. Ji ber ku sê herêmên sînor e ku Kurdistan pê hatiye parçekirin, ji aliyê stratejîk ve girîng e. Dema ku mirov ji serê Bagokê li dora xwe binihêre dikare bi hêsanî Keleha Mêrdînê, ronahiyên Nisêbîn-Qamişloyê û girên Şengalê bibîne.

Bagok di salên 1980'î de bû yek ji baregehên gerîlayên Kurdistanê. Di Adara 1988'an de jî nêzî 30 gerîlayên nû yên tevlî nava refên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) bûn, li quntarên vî çiyayî dewreyeke perwerdeya leşkerî û siyasî dest pê kirin. Perwerdeya ku 20 rojan dewam kir ji aliyê fermandarên ARGK'ê Velî Yaşar (Delîl) û Mustafa Kaplan (Kazim) ve dihate dayîn. Fermandar Delîl sala 1983’yan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bûbû, piştî Botan û Xerzanê ji bo perwerdekirina namzetên gerîla li Bagokê bû.

Fermandar Kazim jî ji nîvê duyemîn ê salên 1980'î û pê ve pêşengî ji bipêşvebirina têkoşîna gerîla ya li derdora Mîdyad û Nisêbînê û birêxistina gel re kiribû.

1'ê Nîsana 1988'an danê sibehê ji bo namzetên nû yên gerîla merasîmeke mezûniyetê hate lidarxistin. Di arşîva rojnameya Serxwebûnê de du wêneyên cuda ji dewreya perwerdeyê û merasîma sondxwarinê hene. Di wêneyê destpêkê de tê dîtin ku li gel nebûna derfetan, gerîla li binê siya dara berûyê perwerdeya siyasî dibînin.

Wêneyê duyemîn jî wêneyê merasîma sondxwarinê ye ku bi berbanga sibehê re destên xwe datînin ser alên ARGK/ERNK û çekê. Di vî wêneyî de fermandar Delîl li ser piyan e, fermandar Kazim jî rûniştî ye û merasîma sondxwarinê amade dikin.

Şerê 10 hezar dagirkeran kirin

Dema ku ev wêne hate kişandin, artêşa Tirk bi zêdeyî 10 hezar leşkerên xwe dor li çiyayê Bagokê girt. Haya hêzên dewleta Tirk demeke dirêj jê hebû ku komek ji gerîlayên ARGK'ê li herêmê bi cih bûye. Leşkerên Tirk bi îxbarekê cihê kampê nas kir. Bi berbanga sibehê re di dema merasîma perwerdeyê de dest bi êrişê kir.

Artêşa Tirk wê rojê leşkerên xwe yên li tûgayên Mêrdîn û Sêrtê hemû kom kirin û dor li Çiyayê Bagokê girt. Ji gerîlayên li herêmê hinek xwedî tecrûbe bûn, lê hinekan hînê carekê jî ranehiştibû çekê. Lê belê ji bilî şerkirinê çare tine bû.

Di nava wan de tenê gerîlayeke jin hebû, Ayten Tekîn (Rojbîn). Ew jî ji Izmîrê bi rê ketibû û 8'ê Adara 1988'an tevlî nava refên gerîla bûbû. Lê belê tevî ku hîn nû bû û perwerdeya xwe neqedandibû jî bi berxwedana xwe bû moral ji hêzên gerîla re. Şerê li herêmê rojekê û şevekê dewam kir.

Piştî şer, medya Tirk tenê ragihand ku serdarekî pîlot û du efser hatine kuştin, windahiyên din ên artêşa Tirk veşartin. Lê belê ev berxwedana gerîla ewqasî mezin bû ku dewleta Tirk nekarî veşêre û li Botan û Mêrdînê deng veda.

Li gorî bîlançoya ARGK'ê nêzî 200 leşkerên Tirk di vî şerî de hatin kuştin. Gerîlayan li gel derfetên xwe yên kêm jî helîkopterek anî xwarê. Ew şerê gerîla yê herî mezin yê heta hingê bû.

Di wî şerî de 20 gerîla şehîd bûn. Veli Yaşar (Delîl), Mustafa Kaplan (Kazim), Ayten Tekîn, Yaşar Talay (Hemîd), Faysal Çatıkkaş (Îsa) Mehmet Musbah Yavuz, Cevat Yavuz (Şiyar), Emin Çevik (Yasin), Mehmet Kurt (Loqman), Nurişan Ay (Beşîr), Nesim Oral, Mehmet Emin Kaya (Dewran), Cemal Karakaş (Rustem), Veli Kumak (Şoreş), Mehmet Vahaç Doğan (Delîl), Koçero Gülmez (Diyar), Xebat ê ji Başûrê Kurdistanê, Nevaf Yildirim (Celal), Cûma yê ji Bismilê, Cemal ê ji Cizîrê şehîd bûn.

Berxwedana Bagokê bi strana 'Li Bagokê' ya Hozan Dilgeş di hişê mirovan de ma.

* Ev nûçe ji ANF hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.