Pêşangeha Wênesazên Siberojê ya 2’an li Tebqayê bi dirûşma "Destên piçûk siberoja me xêz dikin" û bi beşdariya 25 zarokan destpê kir.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û bi dehan zarokên bajêr di pêşangehê de hazir bûn. Zarokên bajêr ku temenê wan di navbera 7 û 13 saliyê de tev li pêşangehê bûn. Li gor Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina behreyên zarokan e.
Pêşangeh dê heta 3 rojan dewam bike û di dawiyê de dê berhemên zarokan werin nîşandan.
Pêşangeha yekem sala buhirî di 31'ê meha Tîrmehê de li dar ketibû û 3 roj dewam kiribû.
ANHA/TEBQA