Wênegiran kêzikan êdî hunerên destan çêdike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Çile 2024 - 03:35

SUZAN EBU SAİD / NÛJINHA / BEYRÛD

Rebecca Chamoun wênegireke kêzikan bû, lê ji ber ku siheta wê hew destûr da, dev ji vî hunerî berda û niha hunerê xwe bi destên xwe çêdike. 

Rebecca Chowoun li zanîngeha Lubnanê, di biyolojiyê de mastira xwe kiriye û îro dibe îlhama gelek jinan. 

Rebecca Chamoun bi demê re jêhatibûnên xwe yên wênegiriyê bi pêş xistin, ji bo gelek kesan bû alîkar da ku tirsa xwe ya kêzikan ji ser xwe bavêjin. Rebecca Chamoun, wiha axivî: “Lê pirsgirêkên min ên tenduristiyê bandor li xebatên min ên di vî warî de kir. Ji ber ku piyê min şikest, ez salekê di nav nivînan mam. Min jî berê xwe da hunerên destan. Ez di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî hunerê destan bûbûm. Piştî ku min xwe di vî warî de bi pêş xist, min di karê destan de xweza, zindî, kêzik û kulîlk şênber kirin.”

Rebecca Chamoun, bi van gotinan qala xebatên xwe kir: "Karê min yên dest di pêşangehên cuda de cih digirin. Ez malzemeyên hawirdorparêz bi kar tînim. Ez li ser modelên wek kîlindanka ku di jiyana rojane de bên bikaranîn, sêv, kuvark û fêkî û sebzeyên cûrbecûr xêz dikim. Ji ber ku berhemên wêneyên kêzik û çûkan hene, balkeş in, tên firotin.”

Rebecca Chamoun, da zanîn berhemên wê yên hunerên destan, wekî amûrekî ji bo rûbirûbûna hestên neerênî dibîne û got, "Her kes bi afirandina berhemekî li hemberî qeyranan, dikare hewil bide êşên xwe li pey xwebihele.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.