Weke sûrên Amedê

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:17

  • Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê ragihand ku hevrêya wan Cûdî Egîd di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye û got, “Hevala me Cûdî heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkbirina feraseta qirker têkoşiya.”

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta şervana xwe Cûdî Egîd ragihand û got, “Hevrêya me Cûdî Egîd (Tugba Karakoç) sala 1995’an de li Amedê, li nava malbateke welatparêz hate dinê. Ameda berxwedêr di her dema dîrokê de di paxila xwe de lehengî hewand. Ji bo wê jî mirovên ku li ser wê axê dijîn weke Sûrên Amedê yên bi heybet her tim li hemberî zaliman li ber xwe didin û serî natewînîn. Ev rêûresma berxwedanê di vebijêrkên jiyana hevrê Cûdî de rêka hilbijartina jiyana şoreşgerî vedike. Di nava malbata hevrê Cûdî de tevlîbûnên ku ji bo tevgera azadiyê çêdibin jî dihêle ku hevrê Cûdî di lêgera xwe ya jiyana azad de biryarên berçav bide. Bi taybetî jî tevlîbûna nav refan a du birayên hevrê Cûdî bandoreke mezin lê dike. Di nava çandeke wiha de ya ku heta dawî xwedî nirxên azadiya welat derdikevin, lêgera azadiyê a hevrê Cûdî jî bi tevlîbûna nava refên azadiyê ve digihîje wateya xwe ya rasteqîn.”

Xeyala Kurdistana azad 

YPJ´ê helwêsta berxwedêr a Cûdêî Egîd jî wiha bi bîr xist: “Hevala me Cûdî li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk serî hildide û bi ruhê berxwedana bajarê Amedê di sala 2013’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistan ê. Hevrêya me Cûdî di meşa xwe ya li çiyayên Kurdistanê de dibe xwedî ezmûnên mezin û di nava dilê xwe de di her kevir, lat û ava ku diherike de xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe mezin dike. Bi vê hêviya mezin jî hem di warê leşkerî de hem jî di warê birdozî de xwe pêş dixîne.”

Barê şoreşê da ser milên xwe

YPJ´ê wiha bal bire şerê şehîd Cûdî Egîd ê li dijî paşverûtî û dijmirovîtiya DAIŞ´ê û got, “Hevrê Cûdî piştî têkoşîna xwe ya li çiyayên azad, ji ber êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê vê carê berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê. Li hemberî hovitiya sedsalê têkoşîneke bê eman da meşandin û di nava refên YPJ’ê de weke mîlîtaneke jin bi erkên xwe yên demê rabû. Di nava hevrêyên xwe de bi sekna xwe ya fedakar, dilnizm û bi kelecan cihekî xwe ye taybet çêkir. Li hemberî dagirkerî û desthiladariyê hem şerê çekdarî da meşandin hem jî bû  zimanê vegotina lehengiyên ku li ser vê axê têne jiyîn ê. Bi vê sekna xwe ye piralî ve di nava refên şoreşê de her roj bi coş û kelecana roja yekem tevlî bû û di gelek qadên cûda yên şoreşê de cihê xwe girt. Ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û azadîxwaziya jinê bi rihekî fedayî di hemû şert û mercên zehmet de barê şoreşê da sermilên xwe.”

Soza me tolhildana me ye

YPJ´ê di dawiyê de soz da ku tola şehîd Cûdî Egîd hilîne: “Hevrê ye me Cûdî Egîd di 11’ê meha Gulanê de di encama lêdana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şahadet ê. Erdogan û dewleta Tirk a ku xwedî dîrokeke qirker e, bi êrişên xwe yên vî rengî re hewl dide psîkolojiya xwe ya têk çûyî rehet bike. Lê xwedîderketina mîrateya şehîdên doza azadiyê sonda me ye. Têkoşîna bê navber a ku didome bi xwe re gelek keç û xortên leheng welidand. Hevala me Cûdî jî yek jî ji wan lehengan bû ku heta hênaseya xwe dawîn ji bo têkbirina feraseta qirker têkoşiya.

Em di serî de ji bo malbata welatparêz a Karakoç û hemû gelê xwe yê ku xwedî kerameta xwe ya azadiyê derdikevin, sersaxiyê dixwazin. Wê soza me bibe tolhildana me.”

Nasnameya şehîdê weke li jêr e:

Cûdî Egîd (Tugba Karakoç), li Amedê jidayîk bûye, 11’ê Gulana 2023’an li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.