Weke penaber çû lê cenazeyê wî vegeriya  

Pêncşem 8 Nîsan 2021 - 02:53

Cenazeyê Îbrahîm Ergun ê penaber ku li kampa lê girtî ya Yewnanistanê dawî li jiyana xwe anî, piştî 11 rojan li warê wî navçeya Mûşê Kopê spartin axê. 

Penaberê Kurd Îbrahîm Ergun 24 salî bû û ev 17 meh bûn li Kampa Penaberan a li Korinth a 80 kêlometreyan dûrî Atînaya paytexta Yewnanistanê dihat ragirtin. 27’ê Adarê wî dawî li jiyana xwe anîbû.  

Piştî karûbarên otopsiyê li Atînayê bi dawî bûn, cenazeyê Ergun bi balafirê birin Stenbolê û pêr li warê wî Kopê cenazeyê wî hate veşartin.

MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.