Weke her dîktatorî dikeve

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 13:41

  • Karasû got, ji ber serketina Erdogan divê mirov reşbîn nebe û wiha peyivî: “Yanî divê mirov her tiştî ji hilbijartinan hêvî neke. Ya me ne mixalefeta nav pergalê ye, ya me mixalefeta demokrasiyê ya şoreşger e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de peyivî û got, hikûmeta AKP'ê qels e, wê bi têkoşînê hilweşe: "Di vî warî de hişkbûna faşîzmê, êriş û nexwestina wê ya ji hilbijartinê, tê vê wateyê, ka çawa li cihên din ên dinyayê dîktator dikevin ew ê jî wisa bikeve. Wê dawiya Erdogan jî wisa be. Ew ê wekî dîktatorên din bikeve. Ji ber ku pirr êrişkar e. Faşîzmê bi awayê herî zêde bi kar tîne. Heke têkoşîn were kirin, dibe ku faşîzm were şikandin.”

Hilbijartin hate eyarkirin

Pêvajoya bi navê demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ku jê re hilbijartin tê gotin, esas ji bo nixumandina sîstema qirkirinê tê kirin. Sazî hemû li gorî wê hatine avakirin. Saziyên wê yên aborî, saziyên siyasî, saziyên çandî, hunerî, spor, jiyana civakî hemû, her cure sazî, pergala li Tirkiyeyê hemû li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Dibêjin; heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe, Kurd jî wê jê sûdê wergirin. Ji bo ku Kurd sûdê jê wernegirin ji demokrasiyê dûr dikevin, li ber demokrasiyê derdikevin, pêşiya gavên demokratîk tên girtin û dijberiya demokrasiyê tê kirin. Dibêjin, divê em hilbijartineke wisa bikin ku xizmetê ji pergala me ya qirkirinê û xizmetê ji polîtîkaya me ya niha re bike. Ji bo xizmeta van polîtîkayan bike, ev hilbijartin kirin. Lê her tişt ji bo xwe eyar kirin. Wê kî çiqas dengan bistîne? Wê kî serokkomarê nû hilbijêre? Ev tişt hemû hatin eyarkirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind di destê wan de ye. Mêrik doh diaxivî, hemû coşa wî ji derve dihat dîtin. 

Polîtîkaya tifaqê rast e

Berî her tiştî ez bibêjim; Polîtîkaya HDP'ê ya bi tifaqê ketina hilbijartinê polîtîkayeke rast e. Bi HDP'ê re stratejiyeke nû, polîtîkayeke nû ket meriyetê. Bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re stratejiya demokratîkkirina Tirkiyeyê dan pêşiya xwe. Di vî warî de rasterast di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de têkiliyek heye. Projeya tifaqa HDP’ê li ser vê ye. Ji vî aliyî ve astengkirin, rexnekirina siyaseta tifaqê pûçkirina vê projeyê ye. Divê ev rastî bê zanîn. Yên ku dixwazin Kurdan ji hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê qut bikin, kî ne? MÎT, AKP, MHP ye. Polîtîkayên mêtingeriyê yên bi sedsalan in. Dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin, qirkirinê bikin. Divê Kurd bi van dekl û dolaban nexapin.” 

Hilweşandina tifaqê zirar e

Tîfaqa Ked û Azadiyê diviyabû xwe bigihîne hemû beşên civakî ew rast e. Em tevlî vê yekê dibin. Tifaq çawa dikare bigihîje hemû beşên civakî; Divê zêdetir li ser vê yekê lêhûrbûn çêbibe. Hewceye xwe bigihînin hemû beşan. Lê bi taybetî li ser TÎP’ê nîqaşên wiha hatin bipêşxistin. Ev yek wê hema tifaqa Ked û Azadiyê hilweşîne. Nêzîkatiyên mîna ku ji vê yekê tiştek ji me re nabe, xelet in. Rexnekirina kêmasiyan cuda ye. Lê nêzîkbûna bi vî rengî, têkoşîna siyasî ya Kurdan qels dike. Wekîlên ku Kurdan bi dest xistine kêm dike, zêde nake. Divê nirxandinên wiha erzan neyên kirin. Divê realîst nêzîk bibin. Di vî warî de wisa xuya dike ku hin kes tên birêvebirin. Ez wisa difikirim ku ev atmosfereke ji aliyê alîgirên MÎT, AKP û PDK'ê ve hatiye afirandin. Li ser navê Kurdayetiyê li dijî Kurdan e. Ji ber hilweşandina Tifaqa Ked û Azadiyê wê Kurd zirarê bibînin. Em dikarin vê jî bibêjin: Yek ji mezintirîn destketiyên Kurdan ew e ku bi tifaqeke wiha xwe bigihîne gelên Tirkiyeyê. Li bajarên Stenbol, Izmîr û Çûkûrovayê li bajarên Tirkiyeyê karîn xwe bigihînin hin beşên civakî. Ev pêşveçûneke girîng e, ev serketinek e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.