Webîr hatnewey dastanî Hezar u Yek Şew


Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:46

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(66)


Amadekirdin u wergêran: Hesen Qazî

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere



Şewket: Lew bawere day Mucahîdîn be hawkarî dewletî 'Êraq hêndêk hengawî be dijî hêze Kurdekan rêk dexist?
Keşkolî: Belê waye, bo Mucahîdîn Kurd û Nakurd tefawetêkî nebû. Bo ewan şitêk girîng bû û eweş ewe bû ber nirxêk bê bila bibê deretanî yarmetî wergirtinyan le dewletî 'Êraq hebê. Nmûney dîkeş heye. Bo wêne katêk le nizîk nawçey Wulaxlû le Kurdistan hêzekanî Cumhûrî Îslamî êmeyan şikand û be perînewe le çomî ser sinûrî Êran û 'Êraq çûyne naw xakî 'Êraq, hêzekanî Mucahîdînîş lewê bûn. Lewê kamyonekanî 'Êraq hemû rojê goşt û rizqyan bo Mucahîdîn dehêna. Belam ew wez'îyete lemer gurûpe Êranîyekanî dîke, awa nebû.

Şewket: Çon?
Keşkolî: Gurûpekanî dî goşt û rizqyan wer nedegirt. Tenanet eger kesêkî ser be gurûpe siyasîyekan wîstibay bo raperandinî karêk biçête Silêmanî, debû le çend cê îzin werbigrê.  

Şewket: Mucahîdîn hîç tegerêkyan le ser rê nebû?
Keşkolî: Na, ewan hîç tegerêkyan le ser rê nebû. Waq'îyet eweye ke 'Êraqîyekan ewanyan le xoyan dezanî.

Şewket: Bo selmandinî ew îdî'aye çi belgeyekit heye? Memûre 'Êraqîyekan le çîyewe deyanzanî ke kesêk endamî Muhacîdîne yan ser be gurûpe çepekan û Hîzbî Dêmokrat e? Aya ewan kartêkî taybetî pênaseyan hebû ke be rêgay ewewe xoyan le xelkî dîke bikenewe?
Keşkolî: Kartî taybetî pêwîst nebû. Silêmanî şarêkî piçûke û hemû kwêyekî şareke pir bû le memûranî îstîxbaratî 'Êraq. Eger wîstbat biçîye Silêmanî, debû ber le hemû şit legel nizîktirîn postî 'Êraqî pêwendî bikey. Taze ew pêwendîyaneş xalbe debû be rêgay Hîzbî Dêmokratî Kurdistanewe bikrê. Debû çend roj çaweruwan bî ta wulamyan dedawe. Helsukewtî 'Êraqîyekan legel Mucahîdîn le çaw gurûpekanî dîkey opozîsyon le zewî ta asiman ciyawaz bû.

Şewket: Pêwendî Mucahîdîn legel grûpe Êranîyekanîtir le xakî 'Êraq da çon bû?
Keşkolî: Meqerrî Mucahîdîn be rûy gurûpekanî dîke da be tewawî daxirabû. Tenanet ew kateş ke hêşta le xakî Êran da bûyn, hîç pêwendîyan nebû legel gurûpe siyasîyekan û xelkî xocêyî. Webîrim dê le seretay kar da, katêk ke hêşta ziyatirî hêze siyasîyekan xakî Êranyan be cê nehêştibû, Mucahîdîn xoyan le ewanîdî cwê dekirdewe. Helsukewtyan legel xelk wîşk û resmî bû û xelkîş bawerîyan bewan nebû.

Şewket: Duway encamdanî muzakeratî siyasî çitan kird?
Keşkolî: Şîm kirdewe ke legel şofêr û dîlmanc û herese 'Êraqîyeke deçûyne şarî. Le wane êmeyan birde kabarey Bexda ke bîrwerî dastanekanî Hezar û yek Şewî zîndû dekirdewe. Çend rojêk awa têperî ta ewey ke dîsan êmeyan bang kirdewe.

Şewket: Her ew kesey ke duwayîn car qisey legeltan kird bû?
Keşkolî: Ew nebû, belkû ew neferey ke le duwayîn dîdar da hawrêyetî wîyan dekird hatbûn. Ew careş be xêrhatinyan kirdîn û duway alugorî çend mucameley kurt, yekêk lewan gutî be pêy giftugoy pêşû, dewletî 'Êraq hêndêk biryarî dawe ke pêman radegeyênê. Yekem ewey ke carê natuwanin meseley çek cê becê biken û debê çaweruwan bîn. Duhem ewey ke hêndêk yarmetî malîman pê deken û lewey duwawe debê rastewxo legel ofîsekeyan le Kerkûk pêwendî bikeyn û meselekanî xoman lewê cê be cê bkeyn. Le duwayîşda lêyan ziyad kird ke hawrê Ebû Êhsan berpirsî îstîxbaratî Kerkûk legelman de pêwendî da debê û koşkî serok komar lew bareyewe îxtyarî tewawî pê dawe.

Şewket: Ew peyvey hawrê xo manay komonîstî nebû?
Keşkolî: Be'sîyekanî be yektirî delên refîq yan elex ke bemanay biraye. "Refîq" gutnekey ewanîş manay komonîstî nebû, herçend ke Hîzbî Be's xoy be sosyalîst ewîş sosyalîstî dû ateşe dezanê. Her çonêk bê dîdarî kurtî ême lêre da tewaw bû. Ber le malawayî paketêkyan da destim û herdûkyan, ta ber derga berêyan kirdîn. Her ke geyiştne nizîk derga, yekêk lewan be minî gut, "ême yarmetî hemû gurûpe Êranîyekan dedeyn, êwe duwayîn kesanî ewanin."
Lewêwe şofêr be utumbîl êmey hênawe wîlay şwênî maneweman. Ewe yekem car bû ke le jiyanim da karêkî awam dekird û bom zor qurs bû. Waq'îyet ewe bû ême îtir ew însane konekanî pêşû nebûyn û be helkewtî xirap kêşrabûyne êre. Le ruxsarî Reşîdîş ra diyar bû lew meseleye şerm deka. Paketekem kirdewe. 20 hezar dolarî Emrîkayî têda bû, cêy serinc ewe bû dolarekan be bandirolî bankî mîlî 'Erebistan pêçrabûn.


Şewket: Wate deyanwîst bizanin ke diraweke le layen 'Erebistaneweye?
Keşkolî: Hetmen hoyekî taybetîyan hebuwe. Renge mebestyan ewe bû têman geyênin ke 'Erebistan û be manayek Emrîkaş agay lewe heye.

Şewket: Cextkirdinî memûrî 'Êraqî ke gurûpe Êranîyekanî dîkeş lew wulate yarmetî werdegrin û êwe axirînî ewanin le ber çî bû? Aya deywîst diltan bidatewe ke nîgeran mebin ewanîdîş ew rêyeyan pêwawe?
Keşkolî: Nazanim hoy çi bû? Her ewende dezanim ke yarmetî 'Êraq bew gurûpaney le Kurdistan bûn le maweyek pêş weger kewtibû û ême berastîş duwayîn gurûp bûyn. Katêk geraynewe Kurdistan, her wa pêwendkarî Hîzbî Rencberan legel 'Êraq bûm û be pêy qewl û qerarêkî ke le Bexda legelyan dana bûyn, bo wergirtinî yarmetî malî deçûme Kerkûk. Lewê bê psanewe tûşî nwêneranî gurûpe ciyawazekanî opozîsyon dehatim ke her bew mebeste dehatne ofîsî îstîxbaratî 'Êraq.

Şewket: Çi maweyek le Bexda manewe?
Keşkolî: Yek dû roj duwatir geraynewe Kerkûk. Şewêk le Kerkûk maynewe û rojî duwatir çawman kewit be serokî îstîxbaratî Kerkûk ke wek Ebû Êhsan xoy be ême nasandibû. Ew legel amaje be ewey ke agay le çilonayetî û akamî muzakeratî ême legel Bexdaye, gutî, lewey duwawe mangê carêk bêyne Qeladizê û xoman be ofîsî îstîxbarat binasênîn. Ewan ême dehênne Kerkûkê.

Dirêjêy heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.