• Dadgeha destûra Bingehîn Eyaleta Berlînê, Hezîrana 2018'an avêtina ser buroya înformasyonê ya Kurdan, Civaka Azad a li Berlînê, neheq dît.

Dadgeha destûra Bingehîn Eyaleta Berlînê, Hezîrana 2018'an avêtina ser buroya înformasyonê ya Kurdan, Civaka Azad a li Berlînê, neheq dît. Dadgehê xwest doz ji nû ve were danîn.

Beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, dewleta Elman ji bo ku destekê bide rejîma Erdogan, êrişek biribû ser Civaka Azad.

13'ê Hezîrana 2018'an polêsên Elman bi ser buroya Civaka Azad de girtibû. Civaka Azad buroyeke agahdarkirinê ya ser bi NAV-DEM’ê ye. Dema ku polêsên ser bi bûroyê de girtibûn, deriyên bûroyê jî şikandibûn.

Polêsan bi hevdemî bi ser malên rêveberên NAV-DEM'ê de jî girtibû û plansaziya xwepêşandanê ya ji bo Efrînê kiribû hincet.

Tevî ku ji bo Civaka Azad biryara lêgerînê nebû jî, tenê ji bo ku bi NAV-DEM'ê re li eynî avahiyê bû, polêsan bi ser Civaka Azad de girtibû. Civaka Azad giliyê rayedaran kiribû.

Piştî 4 salan, Dadgeha Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê, li ser miracaeta Civaka Azad biryar da.

Dadgehê avêtina ser saziyê neheq û neqanûnî dît û xwest ku doz ji nû ve li dadgeha eyaletê pêk bê.

Beriya niha dadgeha cihî û ya eyaletê jî avêtina ser komeleyê heq dîtibû û miracaeta Civaka Azad qebûl nekiribû.

Li ser biryarê xebatkarê Civaka Azad, Mako Qoçgirî got, biryar derengmayî jî be ji bo wan girîng e, ji ber ku bi hinceta qedexekirina PKK'ê mafên qanûnî yên komele û aktivîstên Kurd têne binpêkirin. Wî got ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqê li Dadgeha Eyaletê ya Berlînê dewam bikimn.

BERLÎN