Warê kevnar Gundê Qeramêl

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 00:05

Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn cih e ku mirov lê niştecih bûne. Dîroka wê vedigere 11 hezar sal beriya mîladê.

Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn gundên şên e. Lê belê ji ber şerê demdirêj, koçberiya bi darê zorê hemû şûnwarên wê hatin rûxandin.

Qeramêl 25 kîlometreyan li bakurê Helebê ye. Li rojavayê wê çemê Qiwêqê diherike, lê ji ber ku Tirkiyeyê avakirina gelek bendavan li ser çemî, çem ziwa bûye. Gund nêzî bendava Şehbayê ye.

Serjimariya gundê Qeramêl qederê 900 kesî ye. Îro eşîrên Kurd Dêdan, Denadiya û Miwalî, tevî bi xelkê Efrînê yên koçber re bi awayekî komunal dimînin.

Di gund re rêyeke hesinî ya trênê derbas dibe. Di dema serweriya Îngilîzan de li ser herêmê ew rê hatiye sazkirin. Ji Helebê ber bi Qeramêl û diçe Bakurê Kurdistanê.

Şandeyeke arkeologan a Lehistanî (Polonî) sala 1999'an dest bi vekolîna gundê Qeramêl û girê wê kir. Ew kar sala 2011'an  bi encam bû. Hat tespîtkirin ku dîroka gund û gir digihîje zêdetirî 11,000 sal beriya mîladê. Her wiha li gorî şandeyê Qeramêl yek ji cihên herî kevin e ku mirovan şên kiriye.

 

Şopa xwedavendan

Gelek malên girover hatine avakirin di wê vekolînê de hate keşifkirin. Her wiha perestgehek hat dîtin. Li kêleka wê gelek peykerên jinên xwedewand hatin dîtin. Yek ji wan peykeran bi dirêjahiya 8 santîmetreyan e ku jineke xwedewand temsîl dike. Ew peyker yek ji kevintirîn peykerên li Sûriyeyê ye.

Beşek ji devera Qeramêlê, ji bo veşartina miriyan hatiye veqetandin. Her wiha bi neqş û xêzikên gelek zirav ew gor û mekan hatine xemilandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.