Veşartina Sedam Huseyin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Kanûn 2023 - 00:15

Derhênerê belgefilman Helkewt Mistefa bi meseleya veşartina Sedam Huseyin daketiye; ew serpêhatiya Alaa Namiq, zilamê ku sedam Huseyin veşart bi belgefilmê xwe dibêje. 

Belgefilmê Veşartina Sedan Huseyin (Hiding Saddam Hussein) promiyera xwe ya li welatên Ereb, beriya hefteyekê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Behra Sor kir. 

Di filmê de em gotinên ecêb ên Alaa Namiq dibihîsin, ên weke “Di çanda Ereban de em napirsin ka mêvanek niyet e çiqasî bimîne; tu divê bila ev mêvan Sedam Huseyin be, ne wisa?” 

Bi gotinên wiha belgefilm veguheriye tiştekî ji fîksiyonê jî ecêbtir. Lewma esas rewşa kelevajî ya Alaa Namiq tê de, ne welê ye ku haya Alaa Namiq jê nebe. Ji dengê wî, ji rengê dengê wî û ji gotinên kelevajî ev diyar e. 

12 sal lê çûne

“Mêvanê” Alaa Namiq 235 rojan ji Emerîkiyan revî. Yanî esas Alaa Namiq alîkariya Sedam Huseyin kir da ku xwe ji Emerîkiyan 235 rojan veşêre, heta ku 13´ê Kanûna 2003´yan hat girtin. Piştî vê bi 3 salan jî Sedam Huseyin hat bidarvekirin. 

Alaa Namiq demeke dirêj xwe neda ber wê yekê ku serpêhatiya xwe bibêje, lê bi vî belgefilmî, cara yekê ye ku ew behsa serpêhatiya xwe û Sedam Huseyin dike. 

Helkewt Mistefa bi materyalên arşîvê, wêne û hevpeyvîna bi Alaa Namiq re yanî wî cotyarê li Ed-Dewrê li parêzgeha Selahedînê, ev belgefilm hazir kiriye. 

Derhênerê Kurd ê li Norwêcê dimîne, dibêje, wî bêhtirî deh salan li ber xistiye heta ku belgefilmê xwe temam kiriye. Ew ji bo çêkirina vî filmê dibêje, “Tişta herî dînane ya ku min di emrê xwe de kirî, çêkirina vî filmî ye. 12 sal lê çûn”.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.