Van Gogh rekor şikand

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Sibat 2024 - 00:25

Musée d'Orsay a li Parîsa Fransayê bi pêşangaha “Van Gogh Auvers-sur-Oise'da” rekor şikand. Li gor daxuyaniya muzeyê ji 3’ê Cotmehê heya îro 793.556 kes çûne serdana pêşangehê. Yanî her roj qederê 7.181 kes çûne ku pêşangeha Van Gogh bibînin.

Musée d'Orsay di sala 1986’an de hate vekirin. Lê heta niha hejmarek ewqasî zêde neçûbû muzeyê da ku pêşangehekê bibînin. Beriya niha muzeyê ji bo Edvard Munch û Picasso jî pêşangeheke bi vî rengî lidar xistibû lê kesên çûn serdana pêşangeha Vang Gogh zêdetir bûn û ev yek weke rekorekê hate binavkirin. 

Pêşangeha “Van Gogh Auvers-sur-Oise'da” balê dibe ser çend salên dawî yên Van Gogh. Beriya ku Van Gogh di sala 1890’an de di 37 saliya xwe de xwe bikuje din av 70’ê rojan de 74 tuwal boyax kiribûn. Wêneyên wî yên navdar ên bi navê “Doctor Paul Gachet”, “The Church of Auvers-sur-Oise” û “The Cornfield with Ravens” jî di wan salan de hatine çêkirin. 

Muzeyê ji xeynî van tabloyên îkonîk bi rêya teknîkên sanal serdêran bire wê dema ku Van Gogh resmên xwe çêdikirin jî. Bi vî awayî beşeke înteraktîf hate avakirin û serdêrên pêşangehê bi Van Gogh re têkiliyekê ava kirin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.