• Di hilbijartinên Emerîkî de ne encamên hilbijartinê, lê helwêsta Trump wê bê minaqeşekirin.

Sêşemê (3´yê Mijdarê) li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hilbijartinên ji bo serokatiyê bi rê ve diçin. Beriya hilbijartina serok, bi milyonan kesî bi sîstema dengdanê ya zû dengê xwe bi kar anî. Halê hazir tevî ku van çend hefteyên dawî Trump li gorî anketan dengê xwe hinekî zêde kir jî, hevrikê wî Joe Biden beriya hilbijartinê bi 24 saetan jî bi rêjeyeke bêhtir ji sedî 7´ê li pêşiya Trump xuya dikir.
Di vê hilbijartina li Emerîkayê de, dengê namzet bigirin, yan jî rêjeyên di anketan de kêm derketin pêş. Ya bêhtir hat minaqeşekirin ew bû ku Trump eşkere got, dibe ku ew encamên hilbijartinê qebûl neke. Yanî îro piştî ku pêvajoya dengdanê bi dawî bû, helwêsta Trump ya redkirin yan jî qebûlkirina encaman diyar e wê ji encamên hilbijartinê bêhtir tesîrê bike. Minaqeşakirina vê yekê bi xwe jî derbeke mezin li sîstema siyasî û ya hilbijartinan a Emerîkayê xist.
Gelek aliyên li derveyê Emerîkayê jî encamên hilbijartinê meraq dikin. Ji bo Kurdan, ji ber ku Trump bi rehetî dikarî li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevbigere tehlûkeyeke cidî ye di meseleya şerê li dijî DAIŞ´ê de.

WASHINGTON