- Di nava rayedarên nû yên Ewlehiya Neteweyî de navekî bi Kurdan nas jî heye: Brett McGurk.
Nûçeyeke di rojnameya New York Timesê de derçûyî, nîşan dide ku Rêveberiya Biden wê gelek rayedarên Ewlehiya Neteweyî yên ji serdema Obama wezîfedar bike. Li gorî nûçeya Michael Crowley û David E. Sanger, serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden wê Victoria Nuland weke cîgira wezîrê karê derve di meseleyên siyasî de wezîfedar bike. Di nava rayedarên nû yên Ewlehiya Neteweyî de navekî bi Kurdan nas jî heye: Brett McGurk.
Li gorî nûçeyê, Biden wê gelekî muhtemel McGurkê di rêveberiya Obama de nûnerê serokê DYE´yê ji bo Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bû, wê bibe rayedarekî payebilind ê Ewlehiya Neteweyî. Li gorî nûçeyê ew ê mijarên Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn bi rê ve bibe.
McGurk wezîfeya xwe di dema rêveberiya Trump de jî dewam kiribû. Lê gava Trump biryar da bihêle dewleta Tirk Rojava dagir bike, ji wezîfeyê îstîfa kiribû.
WASHINGTON