- Li gorî pisporê siyaseta derve Prof. Henri J. Barkey rêveberiya Biden gelekî muhtemel e ku hevkarî û alîkariya bi Rojava re zêde bike û Erdogan ji ber gelek kirinên wî ceza bike, nexasim jî ji ber kirrîn û ceribandina S-400´an.
Prof. Henri J. Barkey dibêje, rêveberiyeke Bidenî ji bo Erdogan derbeke giran e.
Di gotara xwe ya ji Asia Times re, Barkey dibêje, biserketina Biden di hilbijartinên serokatiya DYE´yê de derbeke giran e ku li serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ketiye. Li vir hêjayî gotinê ye em bibêjin, Barkey Tirkiyeyê baş nas dike û ew li Stenbolê hatiye dinê.
Henri J. Barkey li Lêkolînên Rojhilata Navîn (MES) di Konseya Têkiliyên Derve de ye. Ew nexasim jî pisporê Tirkiyeyê ye. Ew li Zanîngeha Lehigh a Betlehemê û li Zanîngeha Pennsylvaniayê jî dersan dide. Ew berê di plansaziya siyasetê de di wezareta karên derve ya Emerîkayê de xebitiye. Bi ya wî, Tayyip Erdoganî karî têkiliyeke şexsî û nêz bi serokê DYE´yê yê ku Sibatê wê cihê xwe ji Biden re bihêle, yanî Donald Trump re danîbû. Ew dibêje, Trump Erdogan parastiye li dijî rêveberiya Washingtonê ya ku çi komarxwaz û çi jî demokrat, nerazîbûna ji Erdogan û otorîtaryanîzma wî di navê de de xurt bû.
Li gorî Barkey, Biden wê weke Trump destûrê nede ku Erdogan beramberî DYE û Ewrûpayê ji hedê xwe bibihure. Ji ber wê jî divê "em ecêbmayî nemînin" ku hin "lihevnekirinên cidî û pevçûn zorê bidin têkiliyên Tirk-Emerîkî".
Barkey helwêsta Trump a beramberî dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî bi bîr dixe û dibêje, vê kiribû ku senatorên komarxwaz û yên demokrat jî pirr aciz bibin, lê Trump a xwe kiribû.
Tirkiye pirsgirêkeke bi rastî ye
Li gorî Barkey, Biden dibêje, “Tirkiye pirsgirêkeke bi rastî ye” û heger li şûna Trump bûya, wî yê ji Erdogan re bigota, “Ew ê berdêleke giran bide.” Li gorî wî, bi rêveberiya nû re, îhtîmala zêdekirina alîkariya bi Kurdên li Sûrî re zêde dibe, ji ber ku DAIŞ hîna jî tehlûkeyeke cidî ye.
Barkey dibêje, di siyaseta li Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê de jî, wê guhertinên ne bi dilê Erdogan di siyaseta DYE´yê de çêbin. Destwerdana bi çeteyan a li Qefqasya û rageşiya beramberî Yewnanistanê jî ji bîr nake. Lê bi ya wî, guhertina herî cidî wê di meseleya elaqedarî S-400´ên Rûs de be. Erdogan tevî hişyarkirinên DYE´yê yên cezakirinê jî S-400 kirrîn. Ceribandina S-400´an kir ku wezareta parastinê ya ku timî di nava rêveberiyê de pişta dewleta Tirk jî girtibû, li hemberî Tirkiyeyê kiribû xwedî helwêst.
Cezakirina Tirkiyeyê muhtemeltir e
Barkey dibêje, Biden nexasim jî di vê meseleyê de wê cezakirin û mueyîdeyan li dijî Tirkiyeyê "weke amûreke dîplomatîk" bi kar bîne. Li gorî Barkey, guhertina herî cidî wê ew be ku Erdogan wê nikaribe xwe ji burokrasiya DYE´yê xilas bike û tenê di ser serokê wê re lihevkirinan bike. Û jixwe Biden jî lihevkirinê li derveyî saziyên heyî yên dewletê qebûl nake.
FRANKFURT