• Li Emerîkayê hilbiajrtina serok: li New Hampshire encam eşkere bûn.

Gava ku ev nûçeya me dihat amadekirin, li Emerîkayê roja hilbijartinê, yanî ya dengdanê bû û li gelek eyaletan dengdanê dest pê kiribû. heta li hindeveren encamê destpêkê jî hatin eşkerekirin ku wê ti tesîra wan li encama giştî nebe. Axir eyaleta pêşî lê dengdanê destpêkir New Hampshire bû. Li vê eyaletê encamên pêşî yên ne fermî jî hatin eşkerekirin.
Ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê serokêî niha Donald Trump û alîkarê serokê berê yê Emerîkayê, Joe Biden reqîbên hev in. Li gorî anketên hema beriya hilnbijartinê jî Biden bi rêjeyeke ji sedî 9 li pêşiya Trump xuya dikir.
Hîna beriya roja dengdanê, li Emerîkayê bêhtirî 100 milyon kesî dengê xwe bi dengdana bi postê bi kar anî.
Li New Hampshire li bajarê bi navê Dixville Notchê Biden li gorî encamên ne fermî yên dawî her 5 delegeyên bajêr bi dest xistine. Li bajarekî din ê vê eyaletê Millsfieldê jî Trump bi ser ket, Trump ji 21 yek delegeyan 16 û Biden tenê 5 stendin.

WASHINGTON