• 5 çavkaniyên cihê yên ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jê re piştrast kirine ku DYE wê mueyîde yanî cezayan li ser dewleta Tirk ferz bike, ji ber ku wê ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî S-400 kiriye. 

Doh ajansa nûçeyan Reutersê da zanîn ku 5 çavkaniyên cihê yên ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jê re piştrast kirine ku DYE wê mueyîde yanî cezayan li ser dewleta Tirk ferz bike, ji ber ku wê ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî S-400 kiriye. 

Demeke dirêj e ku aliyên siyasî yên Emerîkî di nava kongre û senatoyê de dixwazin ev gav bê avêtin. Li gorî çavkaniyên Reutersê xwe gihandiye wan, ev ceza wê li ser serokatiya pîşesaziya sîlehan a dewleta Tirk bidin ber xwe yanî Ismail Demir. Li gorî van çavkaniyan ev ceza wê biêşînin, lê ne weke ku hin analîstan texmîn dikir dijwar bin. Çavkaniyan da zanîn ku danazîna van cezayan bi şiklê li ser lihevhatiye kirin wê di cih de bibe.

Du çavkaniyên bi meseleyê dizanin ji Reutersê re bi şertê ku nasnameya wan neyê eşkerekirin gotine, serokê DYE´yê Donald Trump destûra cezayan daye alîkarên xwe. Lê belê jixwe heger Trump erê nekira jî, ev cezakirin wê biketana dewrê ji ber ku kongre û senatoyê israra xwe li ser meseleyê dewam kiribû.

Li ser meseleyê rayedarekî payebilind ê dewleta Tirk jî peyiviye, û gotiye, ev ceza wê li Emerîkayê vegerin û zirarê bikin li têkiliyên herdu welatan. 
Bi her halî Wezareta Karên Derve ya DYE´yê hîna dikare dest werde meseleyê û cezayan berfireh yan jî berteng bike. 

WASHINGTON