• Berdevkê TPLF’ê Getachew Reda ji Reutersê re axivî û got, “Paytexta herêma Tîgerê Mekelle di kontrola me de ye.” 

Ji mehên payîza bihurî ve Etiyopyayê êrişî herêma Tîgerê dikir, hêzên dewletê vekişiyan û Eniya Rizgariya Gelê Tîgerê (TPLF) careke din ew herêm kontrol kir. Gelê herêmê daket kolanan û rewş pîroz kir.


Berdevkê TPLF’ê Getachew Reda ji Reutersê re axivî û got, “Paytexta herêma Tîgerê Mekelle di kontrola me de ye.” Rayedarên dewletê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Şahidên rewşê dibêjin, hejmarek zêde kes ku unîformaya TPLF’ê li ber xwe kiribûn li dora abîdeya ku ji şehîdan re hatiye pêşkêşkirin kom bûn, gel jî ji kêfxweşiyê daket kolanan.
Şêniyên bajêr diyar kirin ku ew nebûne şahidê şer li navenda bajêr. lê belê li herêmê di navbera TPLF’iyan û artêşa Etiyopyayê de şer qewimîbû. Her wiha ji beriya niha hêzên TPLF’ê pêşveçûna xwe ya ber bi bajêr ve domandibû.
Şerê bi hefteyan bû sedemê mirina bi hezaran mirovî û 2 mîlyon kes jî ji cihê xwe bûn. Lê belê, şerê di navbera artêşa Etiyopyayê û TPLF’ê de bi rengekî bi rêkûpêk diqewime. 
Artêşa Etiyopyayê ji bo ku rêveberiya girêdayî TPLF’ê ji cihê wê derxîne dest bi êrişan kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN