- Rojnameya The Washington Postê, pêr bi meseleya kuştina 59 penaberan li wargeha Debedit a li Etîyopyayê weşand. Êriş 7´ê Çileyê bihurî pêk hatibû.
Rojnameya The Washington Postê, pêr bi meseleya kuştina 59 penaberan li wargeha Debedit a li Etîyopyayê weşand. Êriş 7´ê Çileyê bihurî pêk hatibû. Rojnameyê ji rayedarên Tirk pirsa meselê kiriye, rayedarê hikûmetê, şirove li ser mijarê nekiriye. Hilberînerê roketan [roketsan] jî bersiv nedaye pirsên rojnameyê. Max Bearak ê ku mesele lêkoliyaye xwe gihandiye delîlan ku roketên di êrişê de hatine bikaranîn ên roketsana Tirk in.
Avahiya ku Etîyopyayê bi dronekê êrişî wê kir, dibistaneke kevin e ya ku lê pirraniya wan jin û zarok, û kal û pîr, penaber lê dimînin. Di dema êrişê de hemû jî di xew de bûn. Ji wan 7´ê Çileyê 2022´yan herî kêm 59 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn. Wargeh li herêma Tîgray e; cihê ku li dijî hikûmetê serî hildaye.
Li gorî analîza The Washington Postê ya wêneyên parçeyên şarapnelê, wêneyên satelîtan û qeydiyên vîdeoyan, eşkere derdikeve holê ku di êrişê de cebilxaneya Tirk hatiye bikaranîn.
Piştî ku Bereya Rizgariyê ya Miletê Tîgray (TPLF) ê serî hilda beriya bi 16 mehan, hikûmeta Etîyopyayê dronên bi sîleh ên Tirkan kirrîn. Ji hingê ve jî li dijî TPFL´ê wan bi kar tîne.
Belgeyên ji nava hikûmeta Etîyopyayê û yên rêxistinên alîkariyê jî dibêjin, ev êrişên li dijî sivîlan ne tenê li Debedîtê pêk hatine, lê li gelek deverên welat jî êrişên li dijî sivîlan bi dronên bi sîleh hatine kirin; di nava hedefan ji bilî wargehên penaberan, aş, otobos, gundik, hotel û bazar jî hene.
Di belgeyan de derdikeve holê ku bi van sîlehên ku Tirkan dane hikûmeta Etîyopyayê, ji Îlona bihurî ve 300 sivîl hatine kuştin û 100 ji van jî di sala 2022´yan de hatine kuştin.
Mirin ji Enqerê çûye wargeha penaberan
Hikûmeta Etîyopyayê hîç guh neda pirsên rojnameyê. Berdevkekî hikûmeta Tirk bi xwe, nexwest şirove bike meseleyê. Li ser bikaranîna cebilxaneya xwe, hilberînerê roketên vê dronê, roketsana dewleta Tirk jî, bersiv nedaye pirsa, ka ew li ser bikaranîna cebilxaneya xwe li dijî sivîlan çi difikirin.
Li ser parçeyekî roketa li avahiya li wargeha penaberan a li Debeditê ketî, eşkere şûna wan çar birxoyan (vîdeyan) xuya dike. Di wêneyekî reklamê yê bombeyên roketsanê yên ji bo dronan de cihê van her çar birxoyan eşkere xuya ye û ev nîşana bombeyên roketsanê di bombeyên din ên MAM-L [bombeyên şirketa Elman ji bo dronan çêdike] de nîne.
Yanî ne xema dewleta Tirk e, sîlehên wê û bombeyên wê li ku dera dinyayê ji bo kuştina jin û zarokan bên bi kar anîn.
WASHINGTON