•  Hikumeta federal a Etiyopyayê rewşa awarte ragihand.

Piştî şerê li herêma Amhera yê di navbera artêş û komên çekdar ên herêmî de, hikumeta federal a Etiyopyayê rewşa awarte ragihand.

Êrişa li duyemîn mezintirîn herêma Etiyopyayê, vê hefteyê di navbera çekdarên Fanu û hêzên Etiyopyayê de bû sedema krîzeke mezin a ewlehiyê. Nivîsgeha serokwezîr Ebî Ehmed bi daxuyaniyekê rewşa awarte ragihand lê diyar nekir ka dê rewşa awarte tenê li Amherayê yan li tevahiya welat be.

NAVENDA NÛÇEYAN