- “Belkê jî sedem rengê laşê mirovan e.”
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Sihetê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus got, li gorî texmîna wî ji ber nijadperestiyê bala dinyayê ne li ser êş û azara xelkê debvera Tigray e. Yanî dinya ji ber nîjadperestiyê, êşa vî miletê ku dewleta Etiyopyayê şerê wî dike, nabîne.
Wî rewşa deverê weke “Xirabtirîn krîza insanî” bi nav kir û da zanîn ku 6 milyon mirov nikarin xwe bigihînin pêdiviyên sereke. Wî got, dinya bi qasî Ukraynayê bala xwe nade vê meseleyê û gazin kirin: “Belkê jî sedem rengê laşê mirovan e.”
Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus bi xwe jî ji Tigrayê ye. Wî beriya niha jî pirsa gelo di rewşên hewar û krîzê dinya heman qedr û qîmetî dide mirovên reşik û yên spîk, kiribû.
Rêveberê rewşên hewarê yê WHO´yê Mike Ryan jî gilî û gazin ji kêmbûna fikarên elaqedarî hişkesaliyên û xelayê li rojhilatê Efrîkayê kirin. Lewma di nacama vê de krîzeke tendrustiyê jî çêdibe.
WHO bang kir ku123.7 milyon dolar bên veqetandin ji bo derketina ji heq pirsgirêkên encama birçîbûna bi milyonan mirovî.
NAVENDA NÛÇEYAN