Tofana serhildanê: Dayîka Uveyş

În 11 Nîsan 2025 - 03:45

Bi ser wefata dayika Rêber APO, Uveyş Ocalan re 32 sal derbas bûn. Uveyş Ocalan ku Rêber APO ji bo wê dibêje “Tam tofana serhildanê bû. Serî li ber kesekî neditewand” û di rêxistinkirina têkoşîna jinê de jê re bû çavkanî, di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber nexweşiya şekirê jiyana xwe ji dest da. Uveyş Ocalan, di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokê xwe Abdullah Ocalan anî dinê ku wê bûbûya lîderê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Gelên Tirkiyeyê jî Uveyş Ocalan bi vegotinên Rêber APO nas kir. Uveyş Ocalan, di sala 1991’ê demekî kin beriya wefata xwe li Enqereyê beşdarî kongreya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) bû. Rojnameger Mûsa Anter ku tev li kongreyê bûbû, di pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînên Min (Hatıralarım)” de atmosfera wê rojê wiha vedibêje:“Anons, bi mêvanên şerefê hate kirin. Ji bo min gotin ‘filan, filan, filan’bapîrê me Mûsa Anter û ‘dayika me tevan Uveyş Ocalan’ jî di nav me de ne. Qiyamet rabû. Bi hezaran kes ji bo maçkirina destê me ketin dorê. Di vê navberê de tiştên xweş çêbûn... Bi rastî jî ev kongre bû yek ji rûpelên herî rengîn a jiyana min.” 

Ber bi têkîliya welatparêzî û xakê 

Uveyş Ocalan, demekî kin piştî vê kongreyê nexweş bû. Nexweşiya wê ya şekirê giran bû û li Edeneyê rakirin nexweşxaneyê û lingekî wê jê hate kirin. Di 11’ê Nîsana 1993’yan de jî ji bo tedawiyê dîsa çû Edeneyê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê anîn Amarayê û bi beşdariya hezaran kesan li rex hevjînê wê Omer Ocalan hate definkirin. Uveyş Ocalan her sal li ser gora xwe tê bibîranîn. Rêber APO der heqê dayika xwe Uveyş Ocalan de wiha gotibû:“Ez belkî ewladekî ku wan dixwest nebûm lê ji bo ku bi awayekî cuda bibim ewladekî baş jî lêgerînên min hebûn. Li gorî min, ewladbûna hêjayî dayikê; şer, fikirîn û afirandina nirxan a ji bo Kurdistanê bû. Tevî nakokî û rageşiyan jî ewladekî baş bi vî awayî pêkan e. Me ew têkiliya di navbera dayik û zarok de ku tune dibû, veguherand têkiliya welat, welatparêzî û xakê. Ev jî bû têkiliya herî watedar û pîroz.” Fatma Ocalan, ji bo Uveyş Ocalan got:“Tu caran heqê xwe ji kesekî re nedihişt. Em jî wisa mezin kir. Jineke bihêz bû. Tu caran neheqî û bêedaletî qebûl nedikir. Rojekê du zarokên ji Abdullah mezintir li wî xistibûn. Serê wî şikandibûn. Bi vî awayî hate malê. Dayika min jê re got bê ka wê xwe çawa biparêze. Jê re got; ‘heke tu nekarî heqê xwe biparêzî neyê vê malê.’ Wê demê Abdullah û hevalên wî herî dawî di şîna bavê min de dîtibû. Ji bo wan xwarin çêkir. Ew jî hatin xwarin. Dema dayika min jê hay bû ka çi dikin, jê re got; ‘Heke bikarin bi ser kevin dê gelek xweş bibe.’ Xwedî li doza Abdullah derdiket.” 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.