- Xelkê Çilaxa di xwepêşandanekê de bombebarana dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û kampa Mexmûrê şermezar kir û piştrast kir ku ew ê li dijî her êriş û dagirkeriyê têbikoşin.
Xelkê Çilaxa di xwepêşandanekê de bombebarana dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û kampa Mexmûrê şermezar kir û piştrast kir ku ew ê li dijî her êriş û dagirkeriyê têbikoşin.
Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa, saziyên sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên êlan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li çerxerêya meydanê geracê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandanê ji meydana Geracê heta bi çerxerêya şehîd Mehsûm dewam kir.
Li çerxerêya şehîd Mehsûm, cihgirê Hevserokatiya Meclîsa navçeya Çilaxayê, Mihemed Ebdulfetah got, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, faşîzma Tirk hewl dide ku tevahiya hêzan bikşîne aliyê xwe da ku çavên xwe ji êrişên wê yên dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bigirin.
Mihemed Ebdulfetah wiha dewam kir: "Dewleta Tirk têkçûna DAIŞ'ê ya li Hesekê qebûl nekir, ji ber wê, hewl dide bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê tola wê hilîne."
ANHA/ÇILAXA