Tirkiye sor dike

Yekşem 27 Îlon 2020 - 16:31

  • Ermenistan û Azerbeycanê li Qerebaxê dîsa dest bi şer kir. Artêşa Azerbeycanê li herêmê dest bi tevgereke berfireh kir û bombe li paytexta herêmê barand. Şêniyên paytextê jî ketin stargehan.

Ermenistan û Azerbeycanê li Qerebaxê dîsa dest bi şer kir. Artêşa Azerbeycanê li herêmê dest bi tevgereke berfireh kir û bombe li paytexta herêmê barand. Şêniyên paytextê jî ketin stargehan.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşiniyan daxuyaniyek da û diyar kir, "Li Ermenistanê rewşa awarte û seferberî hatiye ragihandin. Bang li personelan hemûyan kir ku serî li qereqolên leşkerî bidin."
Serokatiya Qerabaxê jî serê sibehê rewşa awarte ragihand û ji bo mirovên di ser 18 salî re seferberî ragihand.
Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li televîzyonê soza "serkertinê" da û got, "Doza me adil e û em ê bi ser bikevin."
Li Qerebaxê di şer de hem sivîl hem jî leşker tên kuştin.
Ermenistanê ragihand ku 2 helîkopterên Azerbeycanê hatine xistin. Azerbeycanê jî qebûl kir ku tenê helîkoptereke wan hatiye xistin.
Rûsya ku di navbera her du welatan de mîna 'hakem' e, xwest ku şer tavilê bê rawestandin. Tirkiye ku bi daxuyaniyên xwe şer sor dike û bi şandina komên çete yên ber bi Azerbaycanê ve balê dikişîne ser xwe û weke aliyekî şer disekine.

Heta niha 30 hezar kes mirine

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î ve li ser herêma Qerebax a çiyayî şer dikin. Herêmê sala 1991'ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê bi Azerbaycanê re li derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer sala 1994'an bi agirbestê bi encam bû.

Dewleta Tirk şer sor dike

Dewleta Tirk li dijî Ermenistanê gelek çete şandin Azerbaycanê. Herî dawî sibeha 22'ê Îlonê 50 çete ji Efrîna dagirkerî şandibû Azerbaycanê. Her wiha ji bo hin komên din jî bişîne ketibû nava liv û tevgerê. Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku heta niha bi sedan çete ber bi Azerbaycanê ve hatin şandin. Di navbera salên 1915-1916'an de 1.5 milyon Ermen ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê ya wê demê ve hatibûn qirkirin. Dewleta Tirk hîn jî qirkirinê înkar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.