- Jerusalem Post dibêje, Tirkiye rojnamevanan manîpule dike da ku Îsraîlê tenê bihêle.
Nivîskarê Jerusalem Postê Seth J. Frantzman îşaret bi hin nûçeyan dike ku nexasim jî bi rêya lobîvan û rojnamevanên ku Tirkiye rê dide ber wan belav dibin, û dibêje, dewleta Tirk bi van nûçeyan hewl dide Îsraîlê di nava dostên wê de tecrîd d bike.
Rojnamevan behsa gelek nûçeyên van rojnamevan û lobîvanan bike jî, nûçeyeke di Ahvalê de Mijdarê derçûyî bi nav dike. Li gorî nivîskar, ev nûçeyên hanê, bi qesta siyasî ya dewleta Tirk tên belavkirin da ku peyman û dostaniyên di navbera Îsraîl, Yewnanistan, Misr, Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb û Qibrisê de xira bike. Li gorî wî, gava dewleta Tirk bi van nûçeyên bi armancên siyasî behsa hin kanalên nepenî yên diyalogê dike, goman û dudiliyê dixe dilê welatên weke Yewnanistan û Misrê. Armanc ew e, bi ya nivîskarî ku ev welat nikaribin baweriyê bi Îsraîlê bînin di meseleyên peymanên li ser mafên li Deryaya Spî û mijarên din de.
Li gorî wî ti hevpariya Îsraîl û Tirkiyeyê di dijberiya Îranê de jî nîne û ev nûçe hemû ji bo manîpulasyonê tên kirin bi armanca tecrîdkirina Îsraîlê.
FRANKFURT