- Ewn Ziyab derbarê kêmbûna ava Iraqê û metirsiyên li ser çandiniya Iraqê de daxuyaniyek da.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab got, yedeka stratejiya ava Iraqê li gorî par, 7 milyar kab kêm bûye, ev jî metirsiyeke mezin e li ser çandiniya Iraqê.
Ewn Ziyab derbarê kêmbûna ava Iraqê û metirsiyên li ser çandiniya Iraqê de daxuyaniyek da. Wî got, “Tirkiye ava robarê Firat ya li ser sînorê Suriyeyê sînordarkiriye. Ji sedî 50’î kêmî lihevkirinê, diberde. Herwiha kêmbûna avên di embarê de jî metirsiyê li ser çandiniyê çêdike. Metirsî bi taybet li ser çandiniya birincê heye, berê bi qasî 300 hezar donim birinc dihat çandin, lê niha tenê em dikarin 3 hezar donum birinc biçînin.”
BEXDA