Tirkiye berê DAIŞ’ê da Asya Navîn

Şemî 27 Çile 2024 - 02:25

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li Rojhilata Navîn û herêmê zêde bû. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim li ser têkiliya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê axivî.

Salîh Muslim anî ziman ku dewlet DAÎŞ'ê weke amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û got:"Lê belê yek ji dewletên ku herî zêde DAÎŞ'ê bi kar tîne Tirkiye ye. Tirkiyeyê ji bo armancên xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd her tim DAÎŞ bi kar anî. Di dema destpêkê ya birêxistinkirina DAÎŞ'ê de Tirkiyeyê mirovên xwe xist nava DAÎŞ'ê. Yek ji wan jî Ebû Muslim Tirkmen bû. Yekî ji Til Eferê bû, alîkarê Bexdadî bû. Tirkiyeyê li ser wî karên xwe dimeşand. Mînaka herî şênber jî ew bû ku li Mûsilê Konsolosxaneya Tirk weke biryargeha DAÎŞ'ê dihate bikaranîn. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re hîn bi dawî nebûye. Dibêje ku ew li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe, lê ev rast nîne. Di êrîşên dema dawî yên li Îranê teqez tiliya Tirkiyeyê heye. Li Rojava jî hîn DAÎŞ'ê birêxistin dike. DAÎŞ'iyên hatin girtin li vê yekê mikur hatin. Di êrîşa dawî ya li ser Xiwêranê de têkiliya DAÎŞ-Tirkiyeyê bi belgeyî hate ispatkirin. Îstîxbarata Tirk yekser di nav de bû. Welatê ku xwedî li DAÎŞ'ê derdikeve, xwedî dike û ji bo armancên xwe bi kar tîne Tirkiye ye. Heta ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê bi dawî nebe, metirsiya DAÎŞ'ê jî bi dawî nabe."

Tirkiye dest li Asya Navîn werdide

Salîh Muslim anî ziman ku piraniya DAÎŞ'iyên êrîşî Rojava kirin ji Tacîkistan, Kazakistan, Efganistanê bûn û got:"Lewma ev yek nîşan dide ku Tirkiye têkildarî Asya Navîn xwedî planan e. Planên xwe hene ku li Asya Navîn belav bibe û berfireh bibe. Bi vî rengî dixwaze li vê herêmê tevlîheviyê bike. Li vir jî Tirkiye piştgiriyê dide DAÎŞ'ê, xwedî lê derdikeve. Dibe ku weke DAÎŞ-Xorasan bê pênasekirin, lê belê bi piştgiriya Tirkiyeyê ye."

Çavên xwe li Tirkiyeyê re digrin

Hevserokê PYD'ê got, "Welatên Ewropa, Rûsya û Emerîka zanin ku Tirkiye yekser piştgiriyê dide DAÎŞ'ê. Mikurhatinên DAÎŞ'iyên li van welatan hatin girtin jî bi têra xwe têrker bûn. Li xwe mikur hatin bê çawa di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojava bûn û têkiliya bi Tirkiyeyê re nîşan dan. Tevî vê yekê jî li hemberî dewleta Tirk bêdeng dimînin. Bêdengî ispata têkiliyên li gorî berjewendiyên cuda ne. Di çarçoveya berjewendiyên aborî de çav ji hev re digirin. Dibe ku ji Tirkiyeyê re gotibin, bila di bin kontrola te de be, nêzî welatê me nebe, tu Kurdan, Ermenan qetil dike bike; dibe ku şertekî bi vî rengî jî danîbin.

Dibe ku di têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re berjewendiyên welatên cuda hene. Ji xwe Tirkiye jî DAÎŞ'ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. 

HUDA-PAR DAIŞ bi xwe ye

Li Kurdistanê Huda Par a ku piştgiriya wê dikin, DAÎŞ bi xwe ye. Huda Par jî DAÎŞ a Kurdan e. Li her devera ku siya Tirkiyeyê heye çeteyên DAÎŞ'ê hene. Başûrê Kurdistanê jî bi DAÎŞ'ê tije kir. Hikumeta Iraqê bila deverên ku Tirkiye lê ye lêkolîn bike, wê bibîne ku piraniya wan DAÎŞ'î ne. Yanî di navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê de têkiliyeke organîk heye. Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê û kengî bişewitîne. Yanî divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.