Tirkiye aramiyê xira dike

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 05:36

  • Jean-Yves Le Drian di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsa li ser bikaranîna balafirên bêmirov ên 'Bayraktar TB2' li herêma Donbassê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian nerazîbûn nîşan da ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk di krîza Ukraynayê de tên bikaranîn. 

Jean-Yves Le Drian di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsa li ser bikaranîna balafirên bêmirov ên 'Bayraktar TB2' li herêma Donbassê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve. Le Drian got, "Çekên giran ên ku bi peymanên Minskê hatine qedexekirin hîn zêde têne bikaranîn. Personelên artêşa Ukraynayê ragihand ku wan balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar bi kar aniye, ev me dixe nava fikaran ku dijminatiya li rojhilatê Ukraynayê zêde bibe. Ev yek li dijî tedbîrên xurtkirina agirbestê ye ku 27'ê Tîrmeha 2020’an ketiye meriyetê."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî 27'ê Cotmehê li Moskovê di civîneke çapemeniyê de got, "Niha em li vê agahiyê dikolin. Gelekî zehmet e ku bê fêhmkirin ka di daxuyaniyên dawî yên rêveberiya Kîevê de çi rast e, çi derew e."

Ji sala 2014'an û vir ve artêşa Ukraynayê û herêma Donbassê ya alîgirê Rûsyayê di nava şer de ne. Di vî şerî de zêdeyî 13 hezar kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.