Ti xeyr amey Psyche Mezg

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Sibat 2021 - 00:07

Psyche Mezg navê mizgîniyekê ye. Ev kovareke li ser psîkolojî û perwerdehiya taybet e, çawa ku navê wê Psyche Mezg (yanî Psyche Mejî) jî diyar dike. Kovar bi Kirmanckî derdikeve û hejmara xwe ya yekê jî di Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê de belav kir. Ev ê bibe kovara yekê ya bi Kirmanckî ya psîkolojiyê ya periyodîk û ya duyem ya Kurdî. Psychology Kurdî di vî warî de weşana yekê ya periyodîk bû. 

Koma ku kovarê derdixe xwe wisa dide nasîn: “Di dewrekê de ku kesên bi Kirmanckî dizanin û yên elaqeya wan ji zimanê wan ên dayikê re heye, ji 7 ta 70 salî her kesî dest bi nivîsandina bi Kirmanckî kiriye, Kirmanckî hema hema li her platformê tê bikaranîn, em êdî berhemên pirr xweşik ên edebî dibînin.
Em jî weke psîkolog û mamosteyên perwerdehiya taybet, me jî ji xwe re kir armanc ku di beşê xwe de vê kovara psîkolojiyê bi awayekî periyodîk û mayînde dewam bikin û demdirêj li ser mijarê xebatan bikin.”

Axir, li ser xêrê be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.