Tezahura Xwedê dît

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Sibat 2021 - 01:14

  • Hac Nemet reformkerê baweriya Ehlê Heq tê qebûlkirin. Wî bi tecrûbeyên xwe yên manewî, bi dîtina Sahibê Zeman û lêkolînên xwe ji nava baweriya Ehlê Heq, tiştên ku wî weke adet, rêûresm û rîtuelên xurafe nirxandin, avêtin der. 

REWŞAN DENIZ

Nemetullah Mukrî Ceyhûnabadî yan jî bi navê wî yê belav Hac Nemet yek ji sofiyên herî muhim ên tesewufa Kurdan e. Ew sala 1871´ê hatiye dinê û yek ji stûnên mîstîzma Ehlê Heq yan jî Yarsanan e. Wî bi fikra xwe civaka Yarsanî reform kir. Ew 28´ê Sibata 1920´ê konê xwe ji nava zindiyan bar dike. Lê 48 salî wefat kiribe jî wî tesîreke mezin li baweriya Ehlê Heq kir.  

Hac Nemet nivîskarê gelek metnên nesr û şiirê ye. Wî hem bi Kurdî û hem jî bi Farisî nivîsandiye. Wî herî zêde serê xwe bi doktîrna Ehlê Heq êşandiye, berê xwe daye adet, rêûresm û baweriyan. Gava wî ev kiriye, ew dibe xwedî helwêsteke rexnegir beramberî hizrên cihê yên di nava civaka wî de dabûn der. 

Ji vê û wêde, berhemên wî dersên tesewufê ne, û ji bo peydakirina ”manewiyateke bi rastî” jî şîretan dike. Di nivîsên wî de em li aliyekî dua û şêwrê dibînin tevî terîfa ruhê wî bi xwe û tecrûbeyên wî yên manewî. Li aliyê din jî ew li pey hev du tiştan bi cih dike: êşa qutbûna ji yên hezkirî û şahiya yekîtiya bi rastiyê ye, bi heq re. Ev fikra dawiyê îşaret dike bi fikra, ”fena fî el-ellah” û ”beqa fî el-ellah”.

Tevî ku wî bi Kurdî jî nivîsiye, tenê berhema wî ya bi Farisî hatiye weşandin. Ev berhem bi navê Shahnameh-ê Haqqîqat [Şahnameya Heqîqetê] hatiye çapkirin. Ew ji 15 hezar ristan pêk tê. Ev weke kitêbeke pîroz e ku behsa dîn û diyanetê dike, lê mirov awirên li meseyê yên manewiyata Hac Nemet bi xwe jî di navê de dibîne. 

Wî ev kitêb weke meta-dîrokê sêwirandiye. Ew tê de berê xwe nade terîfa ji rêûresmê ya kesayetan û ya bûyerên dîrokî. Ew berê xwe dide aliyên manewî yên kesayet û bûyeran. Mirov dikare bibêje, ya ku ew serê xwe pê diêşîne ne bûyer in, lê heqîqetên manewî ne. Bi ya wî ev heîqetên hanê sedema rûdana wan bûyeran û peydabûna wan kesayetan e. Ew van kesayetên dîrokî wekî din di nava meleknasiya Ehlê Heq û Yarsanan de bi cih dike. 

1901-Derwêşên Hac Nemet

Reformkerê civaka xwe bûye

Îro jî paşiyên şagirtên wî, wî wek pêxemberekî dibînin. Bi ya wan Hac Nemet karî xwe bigihîne pîvanên heqîqî û sereke yên doktrîna Ehlê Heqê. Jixwe, ji bo vê jî wî lêkolînên berfireh kiribûn. Wî hewl dabû hêmanên ”rast” û ”nerast” ji hev derxe. Bi ya wî yên nerast xurafe bûn. Ji ber wê, wî gelek adet, rêûresm, rîtuel li serada teshîhkirinê xistin. Yên ku bi ya wî ne heqîqî bûn ji tesewufa wî hatin avêtin. Ew vê weke ji xurafeyan paqijkirina civaka Ehlê Heq dibîne. 

Lê vê yekê kir ku di nava civaka Yarsan de hinek wî gunehbar jî bikin bi ”eşkerekirina sirr û razan”. Ji bo pirraniya Yarsanan rîtuel û rêûresmên wan ”Sirrên xwedayî” bûn. Gava mirov ji aliyê wan ve li meseleê binihêre jî wan rast digot. 

Bi Kurdî jî nivîsî

Berhemên wî bi giştî qederê 20 bergan in û ha li ser vê pêvajoya ”paqijkirinê” ne ku min li jor behsa wê kir. Wî di van berheman de pîvan, bawerî, rêûresm û rîtuelên bi ya wî heqîqî ne, ji wanên din veqetandine. Berhem hem nesr û hem şiir in. Wî bi Kurdî û bi Farisî nivîsandiye. 

Hac Nemet wekî din jî jêhatî bû. Ew muzîkjen û hunermend bû. Hem xelk û hem jî ehlê meselê hostekariya wî ya muzîka mîstîk qebûl dikin. Jixwe, kurê wî Ostad Îlahî jî kir ku ev yek li dinyayê bê bihîstin û qebûlkirin. 


Ostad Îlahi

Ostad Îlahî li ser Hac Nemet çi got?

Bavê min di warê rêzgirtina ji kesên din re têra xwe hişk bû. Wî xwe gelekî êşand ji bo misogerkirina perwerde û mezinkirina min a exlaqî. Ez hê zarok bûn, rojekê bavê min ji min re got, ‘Ji vir derkeve.’ Jineke pîr a hazir ji min pirsî, ‘Ezîzê min, te çi kir ku bavê te…’ Lê min qet pûte pê neda, min nehişt gotina xwe xilas bike. Wê tiştek negot. Paşê derwêşekî peyamek ji bavê min ji min re anî: ‘Ez hazir bim qisûra te ya pêşî efû jî bikim, ez ê qisûra te ya din efû nekim heta ku tu bikî ku ew pîra te dilê wê hişt, te efû bike.’ *

* Malpera fermî ya Ostad Îlahî (www.ostadelahi.com)

 

Sahibê Zeman

Hac Nemet û tesewufvanên din bi temamî ne weke hev in. Wî ji dil ji zuhurkirina xwedê bawer dikir. Wî weke pirraniya sofiyan nedikir, yanî wî berê xwe nedida xwedayekî mucered yê ku kesî nedidît û kesî ew nedibihîst. Wî berê xwe dabû rûyekî xwedayî yê serdema xwe. Hac Nemet, wisa qebûl dikir ku wî erka xwe ya menaewî ji tezahura xwedê girtiye. Ev rû, beden yan jî kesa tezahura xwedê jî weke Sahibê Zeman bi nav dike. 

Di doktrîna Ehlê Heq de stûna sereke ya baweriyê, jiyana li pey hev e. Lê em behsa transmîgrasyona ruh nakin. Li gorî doktrîna Ehlê Heq, rihek gelek jiyanan tecrûbe dike da ku mezin bibe û bi pêş bikeve; lê hejmara van jiyanan diyar e û bi dawî dibe. Wekî din jî rêgeha ruhî ji mînealan dest pê dike, bi bi giya û daran dewam dike, û ji wan digihe heywanan û herî dawî jî digihe mirovan. Vê dewra jiyanê ya hanê jî kir ku Hac Nemet bifikire ku tevahiya bawer bike ku dînên heyî hemû yên yek xwedayî ne û wî hemû awayên cihê eşkere kirine.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.