Tevnên piştevaniyê hatin avakirin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 02:32

SAÎT OZTURK/DARMSTADT

 

Di Konferansa Înternasyonalîst Kurdistan a 4´an a li bajarê Elmanyayê Darmstadtê de minaqeşe li ser wê yekê hatinkirin, ka piştgirî çawa dikare bê xurtkirin.

Civaka Azad (Navenda Peywendiyên bi Gel re a Kurd) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) tevî Înîsiyatîfa Konfederalîzma demokratîk ev konferans li dar xist. Di konferansê de endama konseya rêveber a KNK´ê Nilufer Koç got, li dijî krîza kapîtalîzm diafirîne, birêxistinbûna civakî ferz e.

Paşê kampanya û înîsiyatîfên piştgiriya bi Kurdistanê re Tatort Kürdistan, Women Defend Rojava û Riseup4Rojava hatin danasîn.

Piştî wê, roja pêşî ya konferansê bi sê panelan bi dawî bû. Panela yekem li ser kampanyayaên heyî bû. Panela duyem li ser xurtkirina rola çapemeniya azad û demokratîk bû. Panela sêyem jî li xebatên saziyên ser bi KON-MED´ê yên li Elmanyayê bû. 

Di roja duyem a konferansê de li ser perspektîfa siberojê ya piştgiriya bi Kurdistanê re hat rawestîn. Rojhilatê Kurdistanê jî nehat jibîrkirin.

Konferans bi beşa minaqeşeyên li ser pêşniyazên ji bo siberojê bi dawî. Beriya wê tevnên herêmî yên piştevaniyê hatin avakirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.