Teqînê 9 polês birîndar kirin
Şemî 17 Kanûn 2022 - 01:42
Li gorî agahiyên Ajansa Mezopotamyayê li ser rêya Amed û Mêrdînê, li derdora bazara sewalan, dema wesayîta polêsên Tirk ên dagirker derbas dibû, teqînekê rûda.
Di encama teqînê de 9 polês birîndar bûn. Polêsên birîndar, birin nexweşxaneyan.
Polêsan 2 kes kirin nezaretê.
Walîtiya Amedê derbarê teqînê de daxuyanî da û got; saet 05.10’an de, dema minîbûsa hêzên polêsan derbas dibû, wesayîteke li kêleka rê hatiye bicîh kirin hatiye teqandin û di encamê de 9 kes birîndar bûne.
Ka di encamê de kesek hatiye kuûtin yan na, ti agahiyên bêalî nehatine bi dest xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN