REWŞAN DENIZ
Elmanya alîkariyê nade û barê çeteyên xwe di stûyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de dihêle. Hikûmeta niha ya Elman, weke ya beriya xwe, xwe nade ber wergirtina endamên çeteya DAIŞ´ê yên Elman. 50 DAIŞ´iyên Elman di hepsên Rêveberiya Xweser de tên ragirtin. Rêveberiya Xweser 16´ê Hezîranê da zanîn ku ew ê dest bi dadgehkirina DAIŞ´iyên biyanî bike. Tevahiya hewldanên rêveberiyê yên ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya seba dadgehkirina wan, yan jî dadgehkirina wan li welatên wan, bê encam mabûn beriya wê. Rêveberiyê dîsa jî da zanîn ku ew amade ne hîna jî di dadgehkirina van endamên çeteya DAIŞ´ê de alîkariya navneteweyî wergirin; nexasim jî di warê peydakirina parêzer û rêvebirina dozan li gorî asta hiqûqê ya herî dawî.
Lê heta niha pirr kêm welatan, DAIŞ´iyên xwe wergirtine. Welatê ku DAIŞ´iyên xwe wernegirtî û bi israr wernagire, Elmanya ye. Ji bilî malbatên wan, 50 DAIŞ´iyên Elman di hepsên Rêveberiya Xweser de ne. Elmanyayê heta niha çend jin û zarokên DAIŞ´iyan wergirtibin jî, di warê wernegirtina DAIŞ´iyên xwe de bi israr e. Weke sedema sereke ya xuya jî mirov dikare behsa durûtiyeke çerxa dewleta Elman bike. Rayedarên wezareta karê derve ya Elman timî îdîa dikin ku aliyekî pê re bidin û bistînin nîne. Tevî ku dinya alem ji bo wergirtina welatiyên xwe peywendiyê bi Rêveberiya Xweser re datîne û heta Elmanyayê bi xwe jî ji bo wergirtina malbat û zarokên DAIŞ´iyan peywendî bi Rêveberiya Xweser re daniye, weke ku ev derfet nebe, tevdigere. Yanî Elmanya behsa lihevkirinên xwe yên bi Rêveberiya Xweser jî nake da ku deweta Tirk aciz neke. Diyar e ku ev helwêsta hikûmeta Elman, ji hikûmetên berê ve dewam dike û pirrniya partiyên siyasî jî li ser li hev dikin: Eman em Tirkiyeyê aciz nekin. Diyar e ku dewleta Tirk a ku "hevgira" Elmanyayê ye di warê leşkerî, siyasî û aborî de herî zêde jî bi gefxwarinê dike ku siyaseta Elmanyayê bi ya wê bike. Heger her kes bibîne mirov çawa dikare bi Elmanyayê û her kes gefan lê bi xwe, siyaseta Elman wê çawa siyaseta derve bimeşîne? Yanî Kurd ji ber ku aştîxwazin gelo lazim e bên cezakirin?
Hiqûq muhim e lê...
Mirov vê helwêsta dewleta Elman çawa binirxîne? Ew beriya her tiştî ne ji dil e. Hinceta wê jî dereweke eşkere ye û herî baş jî ew bi vê derewa xwe dizane. Herçî Rojava û Rêveberiya Xweser e, tevahiya barê şerê li dijî DAIŞ´ê li ser pişta wan e. Di heman demê de di nava şer, êrişên misêwa yên dewleta Tirk û dagirkeriya wê de ji bo milyonan mirovî xizmetên sereke misoger dike: Peydakirina xwarinê, ava vexwarinê, miqatebûna li penaberên ji ber rejîmê reviyane, penaber ji ber êrişên DAIŞ´ê reviyane, xizmetên perwerde û sihetê, elektrîk û ewlehiya giştî ya civakê...
Bi ser van hemûyan de ew lazim e di hepsên xwe de bi hezaran endamên çeteya DAIŞ´ê jî ragire. Ji van 2 hezar biyanî ne û ev bû qederê 5 salan ew bê dadgeh ragirtîne. Rêveberiyê biryar da ku wan dadgeh bike, lewma hem ji bo pêkhatina edaletê û hem jî di warê hiqûqa insanî de xwe ji bin vî barî xilas bike, ev dadgehkirin êdî ji bo wê şert bû: Civaka navneteweyî xwe nede ber barê berpirsiyariya xwe jî, DAIŞ´ê wê bên dadgehkirin. Diyar e ku ev hestiyariya Rêveberiya Xweser a beramberî hiqûqê, ew qasî ne xema kesekî ye li wan welatên rojavayî.
Bê şerm û fedî ye
Lê tevî ku xemsar e Elmanya, siyaseta wê ya derve bê şerm û fedî ye jî, di warê exlaqî de tam petixiye. Tevî ku ditirse welatiyên wê yên DAIŞ´î ji wê re tehlûke bin û barê wan ji Rêveberiya Xweser re dihêle jî, li ser pêşnûma pirsekê, wezareta karê derveya ya hikûmeta federal dikarî van gotin û şîretên eyb jî bike: "Me bi xweşikî zelal kir ku gelekî muhim e dozên wiha li gorî standardên navneteweyî bin".
Em bi gotinên rojnamevan Hannes Heine yên di rojnameya Tagesspiegel ya pêr de vê bêexlaqiya wê li dev û rûwê wê bixin: "Heger dozên paqij li herêmeke xizan a ku dijminan dora wê girtiye, ewqasî muhim in, çima ew di amadekariyan de alîkariyê nake, qet nebe welatiyên xwe bi xwe nayîne Elmanyayê?"
Rêveberiya Xweser nas bikin
Di koalîsyona li dijî DAIŞ´ê de gelek welatên rojavayî hene; jixwe hêza sereke jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne. Dewletên Ewrûpî hemû jî di navê de ne. Lê diyar e ku yan dilê wan nîne, yan jî nikarin dewleta Tirk a ku pirraniya wan di nava NATO´yê de hevgirê wê ne bisekinînin û nehêlin ku êrişê bibe ser Rojava. Rêveberiya Xweser bang li van welatan kir da ku qet nebe destekê bidin Rêveberiya Xweser di dadgehkirineke di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li cihê cih DAIŞ´iyên wan dadgeh bike. Lê his û kerrên ji wan dernakeve.
Em dîsa berê xwe bidin rojnamevan Hannes Heine û vê gotarê bi dawî bikin: "Di demeke nêzîk û kurt de lazim e hikûmeta federal a Elman barê zilamên DAIŞ´î yên Elman ji ser milê Kurdên Sûriyê rake. Di dema dirêj de jî alîkariya Rêveberiya Xweser bike da ku malzaroka nifşê nû yê cîhadiya tundraw piştî dadgehkirineke navneteweyî ji holê rake - heger ji bo vê lazim be ku Rêveberiya Xweser divê nas bike û pê re jî desthilatdarê li Enqerê aciz jî bike, divê vê bike."Tenê hiştina Rêveberiya Xweser bê exlaqî ye