• Sazî û rêxistinên Kurdistanî, dostên înternasyonalîst, hewldanên krîmînalîzekirina civaka Kurd li Elmanyayê protesto kir û li dijî vê hewldanê bang hat kirin da ku têkoşîna hevpar li kolanan bê xurtkirin. 

FIRAZ BARAN
KOLN

 

Polêsê Elman kongreya rêxistina sîwan a saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê KCDK-E’yê asteng kiribû. Nerazîbûnên ji vê yekê dewam dikin. Pêr bêhtirî 50 partî, rêxistin û dezgehî bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûna xwe ji astengkirina Kongreya KCDK-E´yê nîşan da. Di nava van partî û rêxistinan de YNK, Tevgera Gorran, PYD, P.D.K.S, PÎK, PJAK, PÇDKS, KODAR, FEDA, NAV-YEK, YMK jî hebûn. Rêxistinên Kurdistanî bang kirin da ku xwedî li KCDK-E’yê bê derketin û wan got, "Li dijî van pêkanînên dij-demokratîk û derveyî hiqûqê, bibin xwedî helwêsteke hevpar û li dijî van êrişan têkoşîna hevpar xurt bikin." KCDK-E´yê tevî astengkirinê pêr kongreya xwe li derve lidarxistibû û bersiv dabû hewldana astengkirina kongreyê.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB) jî nerazîbûna xwe ji astengkirinê wiha îfade kir: "Dewleta Elman bi vê helwêsta xwe careke din nîşan da ku ew li cem dewleta Tirk a faşîst û nûnerê wê Erdogan e." ADGB´yî bi bîr xist ku dewleta Elman heyeta çûyî Başûrê Kurdistanê jî asteng kiribû û got, "Dewleta Elman bi vê biryarê destûra xwe ya bingehîn û qanûnên xwe binpê kirin. Em bang li tevahiya miletê xwe yê şoreşger û demokratîk dikin, bila li cem KCDK-E’yê cihê xwe bigirin, û li dijî êrişên dij-demokratîk û derveyî hiqûqê yên hikûmeta Elman, li kolanan têkoşîna hevpar xurt bikin." 

Zimanê wê û yê dewleta Tirk yek bû

Hevserokên federasyonên di nava KCDK-E´yê de jî nerazîbûn ji astengkirina kongreyê nîşan da. Hevseroka Federasyona Komeleyên Kurdan ên Demokratîk ên li Danîmarkayê Zeynep Binici Çetinkaya got, astengkirina kongreya KCDK-E´yê hem li dijî qanûnên Elmanyayê û hem jî li dijî yên Ewrûpayê ye: "Polêsê Elman li dijî qanûnên xwe tevgeriya. Wekî din gava ku wan behsa hincetên qedexeyê kir, balkêş bû ku wan eynî zimanê dewleta Tirk bi kar anî." 

Em qedexeyan qebûl nakin

Hevserokê Federasyonên Civaka Demokratîk a Kurdistanê a Bakurê Elmanyayê (FED-MED) Latif Karakaş jî helwêsta qedexeker a Elmanyayê rûreş kir. Karakaş behsa wê yekê kir ka çawa li eyaleta  Niedersachsenê zext li wan tê kirin û got, "Alayên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê qedexe ne. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser pankartan jî qedexe ne. Heta, wêneyên Sakîne, Rojbîn û Ronahî jî qedexe kirin. Di mîtîngekê de wêneyê Mazlum Dogan jî qedexe kirin. Em ê van qedexeyan qebûl nekin." 

Xizmeta Erdogan dikin

Komîteya navneteweyî ya Sendîkaya Karkerên Azad (FAU) a Swîsreyê, bi daxuyaniyekê astengkirina kongreya KCDK-E´yê rûreş kir û got, "Û polêsên Elman dîsa xizmeta rejîma Erdogan dikin." 

Tevgera antîfaşîst a li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, OAT´ê jî bal bire ser helwdanên krîmînalîzekirina civaka Kurd a li Elmanyayê bi destê hikûmeta Elman û got, "Zexta li dijî çepa Kurd bi dirûvekî nû xwe dide der."

Berdevkê Partiya Maksîst-Lenînîst a Elmanyayê MLPD´ê Peter Weispfennig jî qedexekirina kongreyê protesto kir. Berpirsa MLPD Înternasyonalê, Monika Gärtner-Engel jî got, ew pişta KCDK´yê digirin. Wê xwest dawî li krîmînalîzekirina tevgera Kurd bê anîn û qedexekirina PKK´ê bê betalkirin.