• Neteweyên Yekbûyî (NY) elaqedarî jinên di nava çeteya DAIŞ´ê de dinya hişyar kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) elaqedarî jinên di nava çeteya DAIŞ´ê de dinya hişyar kir. NY dibêje, tehlûkeya wan ji ber steryotîpên cinsî piçûk tê dîtin.
Rêvebera Komîteya li Dijî Terorê ya NY´yê (CTED) Michele Coninsx ji rojnameya The Independent re got, hikûmetên cihê divê êdî ji siyasîkirina rola jinan di terorîzmê de nekin.
Ew dibêje, "Em divê misoger bikin ku dewlet hemû doz bi doz û bi awayekî li cins hesas be bersivên hiqûqî bidin û rolên ku jin di komên terorîst de dikarin pê rabin jî cidî bigirin. Di nava van de rola wan a di şidetê de jî."
Rojname bi bîr dixe ku di destê QSD´ê de 4 hezar û 700 endamên DAIŞ´ê yên jin hene.
Michele Coninsx dibêje agahiyên wan li ser DAIŞ´iyên jin pirr kêm in û wiha hişyar dike: “Muhim e em bi îhtîmam bibêjin, hê jî hinek tehlûkeya ji ber jinan di peywendeke dij-terorîzmê de kêm dibînin; mixabin pêşhukmên cinsî dimînin." LONDON