• Îbrahîm Akin: Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re li Tirkiyeyê pêvajoya darbeyan dest pê kir. Heke polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, ji bo çareserkirina meseleya Kurd daxwazek hebe û heke pêvajoyeke muzakere û têkoşînê bi hev re bimeşe, krîzên piralî yên Tirkiyeyê jî wê çareser bibin.

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk, Îbrahîm Akin nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan da û got, “Heke hûn bixwazin rewşeke wekhev û azadîxwaz ava bikin, divê hûn ewilî vê polîtîkaya xwe ya tecrîdê bi dawî bikin.” 

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) Îbrahîm Akin di civîna koma Meclisê ya partiya xwe ya heftane de li Enqerê axivî. Akin serî pêşî bal bire ser Komkujiya Madimakê û got, li Tirkiyeyê yek ji komkujiyên herî giran e: “Bi Komkujiya Madimakê re rastiyek derket holê. Ev rastî nayê veşartin û ew nakeve ber bihurîna demê jî.”

Akin, dîroka Tirkiyeyê weke dîroka komkujiyan bi nav kir û wiha dewam kir: “Heke hesaba Sêwasê bihata pirsîn, dê komkujiyên Mereş û Çorumê pêk nehatina. Dê yên Taxa Gaziyê, Roboskê, Pirsûs, 10’ê Cotmehê û Sûrê nehatine kirin. Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî 98 sal berê hatin bidarvekirin û hêj jî cihê gorên wan nayê zanîn. Ev şermeke mezin a Tirkiyeyê ye. Divê bi dîroka xwe re hevrû bibin. Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin jî beriya bi 32 salan bi destê JÎTEM’ê hate qetilkirin.” 

 

Ev pergal mesele ye

Akin got, dîroka komarê her wiha dîroka êşkence, zilm û xizaniyê ye jî û wiha peyivî: “Ev tiştekî xweber nîne. Lewma meseleya me û vê pergalê heye. Em ê bibin dengê jin, kedkar, ciwan û mexdûrên vê pergalê. Em ê bi hev re têbikoşin. Piştî hevdîtinên me yên bi rêxistinên me re; ji bo têkoşîneke birûmet û xurt me bi gel, rêheval û saziyên xwe dest bi xebatan kir. Ji bo mezinkirina piştevaniyê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û wekî din em bang li dostên xwe dikin da ku bi peywira xwe rabin.” 

 

Temamê Tirkiyê tecrîd kirin

Îbrahîm Akin bal bire ser tecrîdê û got, “Li vî welatî tecrîd, bi binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê bicihanîn. Nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo rûmeta mirovahiyê pirr girîng e. Merdan Yanardag tiştekî din derxist holê; birêz Ocalan ji pêvajoya aştiyê heta niha di bin mercên giran ên tecrîdeke derhiqûqî de ye. Ev tecrîd niha li temamê Tirkiyeyê belav bûye. Veguheriye modelekê. Pêvajoya guftûgoyê bi saya keda mezin a birêz Ocalan dest pê kir. Di vê pêvajoyê de aramî û daxwaza bihevrejiyanê hebû. Hêviya gelan geş bûbû. Lê serdestan bi destê AKP’ê ev pêvajo bi dawî kir. Bi bidawîbûna vê pêvajoyê re li Tirkiyeyê pêvajoya darbeyan dest pê kir. Heke polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, ji bo çareserkirina meseleya Kurd daxwazek hebe û heke pêvajoyeke muzakere û têkoşînê bi hev re bimeşe, krîzên piralî yên Tirkiyeyê jî wê çareser bibin. Yek ji sedemên herî girîng ên van krîzên pirralî jî polîtîkayên çaresernekirina meseleya Kurd e. Lewma em bang li desthilatê dikin, dev ji van polîtîkayan berde.” 

 

Bê demokrasî destûr pûç e

Akin bal bire ser hewldanên krîmînalîzekirina HDP´ê û dozên qirkirina siyasî li dijî miletê Kurd û got, “Hewl didin bi Doza Kobanê siyasetvanên HDP’î dadgeh bikin, lê ew bi xwe tên dadgehkirin. Hevalên me bi sekna xwe ya birûmet, ji hêla hiqûqî ve nîşan dan ku Doza Kobanê pûç e. Êdî derketiye holê ku AKP hewl dide HDP’ê bigire û doz ji bo wê hatiye vekirin. Di vê dozê de diyar bû ku desthilata vî welatî daraz, hiqûq û erkên siyasî weke çoyekî bi kar tîne. Em jî dibêjin, heke hûn bixwazin destûreke bingehîn a demokratîk amade bikin, wê demê dev ji van sepanên xwe berdin. Serê pêşî bêhiqûqiyê ji holê rakin û piştre werin, em biaxivin. Em dibêjin, heta rewşeke demokratîk li vî welatî nebe, ti kes nikare destûreke bingehîn amade bike.” 

 

Hilbijartina şaredariyan

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk, Îbrahîm Akin herî dawî bal bire ser hilbijartina şaredariyê yên li Tirkiyeyê yên 2024´an û got, “Sala 2024’an hilbijartina rêveberiyên herêmî heye. Ev hilbijartin ji bo me gelekî girîng e. Ji bo bidawîkirina siyaseta qeyûm, em ê bi temamê hêza xwe bixebitin. Em ê ji niha ve bixebitin û encameke baş bi dest bixin. Em ê di hilbijartinê de bi qan bidin windakirin û teqez bi ser kevin. Em ê siyaseta xwe nûjen bikin, binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin. Em ê li gel hêzên demokrasiyê û kedê têkoşîneke xurt bimeşînin.”

Akin bang li jin, ciwan, kedkaran kir da ku tev li xebatan bibin û têkoşînê mezintir bikin.

ENQERE