Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:45

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê li ber Deriyê Meclisê yê Dîkmenê dewam dike. 

Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Feleknas Uca, Kemal Pekoz, Mûsa Pîroglû, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dêrsim Dag, Celadet Gaydali nobeda girtin û dowîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hildan. 

Navnîşana çareseriyê Îmralî ye 

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku di navbera polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiya hikûmetê ya li pirsgirêka Kurd têkiliyek rasteqîn heye û got: “Girankirina tecrîdê tê maneya ku şer û neçareserî kûr dibe. Her kes jî û hikûmet jî vê dizane. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan, tê wê maneyê ku hikûmet ji çareseriyê direve û şer dijwartir dike. Girankirina tecrîdê û kûrkirina şer rê li ber zilmê û zextan vedike. Dijderketina tecrîdê xwedîderketina demokrasî û azadiyê ye. Êdî dem ew dem e ku her kes li kêleka gelê Kurd cih bigire. Em her kesî vedixwînin ku li dijî polîtîkaya tecrîdê û şer rabe û li dijî siyaseta tirsonek û neçareseriyê li kêleka demokrasî û azadiyê mil bide milê hev û cih bigire.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.