Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay da zanîn ku ew ê li 8 herêman civînên gel li dar bixin. Gunay got, "Ji bo polîtîkayên çareseriyê xurt bibin, divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê bê rakirin."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser karên jinûve avakirinê yên HDP'ê û Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti), têkildarî civînên gel li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Gunay anî ziman ku piştî hilbijartinê partiyên wan ji bo pêvajoya hilbijartinê binirxînin, di heman demê de pêvajoya guherîn û nûbûnê temam bikin, dest bi civînên berfireh ên şêwirmendiyê û nirxandinê kirine.
Gunay diyar kir ku bi civînên Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinê, Hevserokên Bajaran, Desteya Rêveber a Navendî, Desteya Rêveberiya Xwecihî wan ev pêvajo daye destpêkirin û got, "Du hefteyan bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re me nîqaş kir. Niha jî em dikevin qonaxa duyemîn a vê pêngava xwe ya nûbûn, guherîn û birêxistinbûnê. Ji îro û pê ve heta 25'ê Tîrmehê em ê li 8 herêman bi gelê xwe re civînên berfireh ên gel pêk bînin."
AKP-MHP dijiminê Kurdan e
Ebrû Gunay got, desthilatdariya AKP-MHP'ê kiriye ku krîzên pirralî neyên çareserkirin û wê civak tengav kiriye. Ebrû Gunay wiha peyivî: "Ev desthilatdarî bi pratîka xwe nîşan da ku dijminê gel e, dijminê Kurdan e, dijminê jinan e."
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal bire ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê jî û got, "Ji bo qala hilweşîn û krîzê neyê kirin, zext û êriş têne girankirin. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ku cihê vê tecrîdê di nava civakê û demokrasiyê de nîne, êdî li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Rojnamevan Merdan Yanardag ji ber ku qala tecrîdê kir, qanûnên neteweyî û gerdûnî bi bîr xistin û got, 'sûc nekin', destpêkê ji aliyê medya desthilatdariyê ve hate lînçkirin, piştre jî bi bayê bezê ji aliyê dadgeriya desthilatdariyê ve hate girtin. Her kes baş dizane ku axaftina li ser tecrîdê sûc nîne, lê belê tecrîdkirin bi xwe sûc e. Sedema bingehîn a israra li ser tecrîdê, israra çaresernekirinê ye. Raya giştî ya demokratîk bi vê rastiyê baş dizane. Ji bo polîtîkayên çareseriyê bêne xurtikrin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe."
ENQERE