- Derket holê ku dewleta Tirk di nava şertên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bêyî hincetan nîşan bide du caran cezayê disîplînê li Rêber Abdullah Ocalan birriye û pê hevdîtinên bi parêzer û malbatê re qedexe dike.
Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê miracaeta ji bo "hevdîtina lezgîn" a bi Ocalan re ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi hinceta qedexeya 6 meh hevdîtina parêzeran û 3 meh hevdîtina malbatê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birrîn, red kir. Yanî di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de tevî tecrîda mutleq, bê hincet qedexeyên hevdîtinan li Ocalan hatine birrîn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 22'ê Mijdarê bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" a bi Rêber Oclaan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re, miracaetî Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin. Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê di şertên tecrîda mutleq de tên ragirtin.
Parêzeran di miracaeta xwe de bal bire ser wê yekê ku ev 8 meh in ti agahî ji Ocalan û 3 muwekîlên wan ên din nayê girtin û derbarê jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên hepsê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên weke şewbê de ti agahî tineye.
Parêzeran ji dadgehê xwest, "rewşa negirtina agahiyan bi dawî bibe" û bi muwekîlên xwe re têkiliya fîzîkî deynin.
6 meh û 3 meh qedexe di nava tecrîdê de
Li gorî nûçeya Ferhat Çelîk a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de miracaeta parêzeran hat redkirin. Bi hinceta redkirinê re derket holê ku du cezayên nû yên dîsîplînê li Ocalan hatine birrîn. Dadgeha Înfazê weke hinceta redkirina miracaetê. Îşaret kir bi cezayê disîplînê yê di 12’ê Cotmehê li Ocalan hatiye birrîn.
Dadgehê her wiha miracaeta bi daxwaza hevdîtina malbatan jî red kir, bi wê hincetê ku di 18’ê Tebaxê de bi cezayekî din ê li Ocalan hatiye birrîn û 3 mehan hevdîtina bi malbatê re hatiye qedexekirin.
Cezayên bê hincet
Dadgehê derbarê lêpirsînên dîsîplînê û cezayên disîplînê yên qedexeya 6 mehan a hevdîtin parêzeran û qedexeya 3 mehan a hevdîtina malbatan, ti hincet nîşan nedaye.
Serdozgeriyê di 23’ê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan a ku sala 2009’an weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan û 3 girtiyên li gel wî re birrîbû. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji miracaetên parêzeran re ne erênî ne nerênî bersiv nayê dayîn. Bi miracaeta parêzeran a di Çileyê 2021'ê de derketibû holê ku cezayekî disîplînê yê nû li Ocalan birrîne.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîranê û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.
STENBOL