Dewleta Tirk a dagirker û qirker tecrîdkirina Rêber Apo li Îmraliyê bêhtir dişidîne. Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re heya 6 mehan hat qedexekirin. Birayê wî Mehmet Ocalan destnîşan kir ku biryara qedexekirinê biryareke siyasî ye û bi vî awayî dîtinên birayê wî tên astengkirin û nayê xwestin bi raya giştî re bên parvekirin. 
Mehmet Ocalan, anî ziman ku tecrîd ji sala 2015'an ve heya niha veguheriye polîtîkayeke pir giran û got, heya niha ti carî di çarçoveyeke qanûnî û mafên demokratîk de hevdîtineke çênekirin. Dibe ku mirovekî bigirin lê mafên demokratîk ên wî mirovî hene. Ev di hiqûqa cîhanê û ya Tirkiyeyê de jî heye. Herî dawî me di 27'ê Nîsanê de hevdîtinek çêkir. Her wiha ev hevdîtin hevdîtina bi telefonê ya cara ewil bû.
Ocalan, bi bîr xist ji roja ku birayê wî hatiye girtin heya niha biryarên qedexekirinê hene û got: "Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Serok û ya bi malbatê re heya 6 mehan hat qedexekirin. Li wê girtîgehê 4 mirov dimînin. Ev nayê qebûlkirin. Di kîjan xala Destûra Bingehîn de biryareke bi vî rengî heye?" 
 
Dewlet çareseriyê naxwaze

Mehmet Ocalan, detsnîşan kir ku biryarên qedexekirin biryarine siyasî ne û got: "Pisgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd e. Aktorê herî sereke û mezin ê vê pirgsirêkê Serok e. Dewlet naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin. Hinceta qedexekirina hevdîtina çi ye? Hincet tuneye! Hincet pirsgirêka kurd e. Ji bo ev pirsgirêk neyê çareserkirin qedexe dikin. Tecrîd giran dibe. Em bang li gel dikin. Li vir tiştekî xeyrî meşrû heye. Divê nerazîbûna xwe diyar bikin. Divê her kes mafê xwe yê demokratîk û qanûnî bi kar bîne." 

MA/RIHA