Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir, ku divê tecrîd û grevên birçîbûnê xala sereke ya rojevê be û pêşniyara konferansa aştî û demokrasiyê kir.
Bîrdal got aştiya civakî bi rakirina tecrîdê û başkirina şertên girtîgehê dest pê dike.
Ji bo rabûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li 107 girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 2 hezarî zêdetir girtî ev 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal nehiqûqiya ku ketiye halê sîstematîk şirove kir û got, tecrîda li Imraliyê li gorî hiqûqa navxwe û navneteweyî jî sûc e, li dijî mafê mirovan, demokrasiyê û aştiya civakî ye.
Bîrdal, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî bi bîr xist, û got, 9 ciwanan ji bo rewş bê dîtin can xwe feda kirin û divê mirov ji vê encamekê derxîne. Bîrdal her wiha diyar kir ku divê raya giştî çareseriyeke giştî bibîne.
Bîrdal her wiha got dûrketina ji demokrasiyê, dubendîkirina civakê, dûrketina ji aştiyê, encama çaresernekirina pirsa Kurd e û got divê çareseriya pirsa Kurd xala sereke ya rojevê be.
ANF/STENBOL